Îran: Em amade ne bi Amerîkayê re diyalogê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desthilata Dadê yê Îranê Xulamhusên Muhsinî Ejeyî ragihand ku welatê wî amade ye bi Amerîkayê re diyalog û lihevtêgihîştinê bike lê bi mercê ku li ser bingeha "prensîp û lojîkê" be.

Serokê Desthilata Dadê yê Îranê Xulamhusên Muhsinî Ejeyî îro, li Tehranê bi endamên Encumena Bilind a Dadweriyê ya wî welatî re civiya.

Xulamhusên Muhsinî Ejeyî di civînê de bal kişand ser dan û standinên li Îslamabadê yên di navbera şandeyên Îran û Amerîkayê de.

Ejeyî helwesta şandeya Amerîkayê rexne kir û got:

"Amerîkî bi wê pozbilindiya xwe û bi heman hevkêşeya ferzkirina gotina xwe, beşdarî dan û standinên Îslamabadê bûn."

"Amerîkayê dixwest li ser maseyê bi ser bikeve"

Ejeyî diyar kir ku armanca Amerîkayê ya ji civînê cuda bûye û got:

"Amerîkayê dixwest li ser maseya diyalogê ya li Îslamabadê wan destkeftiyan bi dest bixe ku di şer de bi dest nexistibûn."

Serokê Desthilata Dadê yê Îranê amaje bi wê yekê kir ku şandeya Îranê ya bi serokatiya Mihemed Baqir Qalîbaf, bi serkeftî mafên xelkê Îranê û destkeftiyên qada şer parastin.

Wî destnîşan kir ku ji ber vê helwesta şandeya Îranê wan nehişt ku Amerîka bigihêje armancên xwe.

"Tiliya leşkerên me li ser tetikê ye"

Ejeyî her wiha behsa îhtîmala destpêkirina şer jî kir û ragihand ku eger şer dîsa dest pê bike artêşa welatê wî amade ye.

Ejeyî peyameke tund da û got, "Tiliya leşkerên me li ser tetikê ye. Rawestandina demkî ya şer nebûye sedema sistbûna îradeya hêzên me."

Ejeyî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya navxweyî ya Îranê û got:

"Gelê Îranê dê bi yekîtî û yekrêziyê bimîne û guhdarê fermanên Rêberê Komara Îslamî ye.

Her wiha gel piştgiriyeke berfireh dide hêzên çekdar."

Dan û standinên Îslamabadê bêencam bûn

Dan û standinên di navbera şandeyên Îran û Amerîkayê de bi navbeynkariya Pakistanê 11ê Nîsana 2026an li Îslamabada paytexta wî welatî dest pê kiribû.

Lêbelê piştî 21 demjimêran gotûbêj kirin, her du alî negihîştin ti rêkeftan û civîn bêencam bi dawî bûn.