Rûsyayê karmendên xwe ji Santrala Nukleerê ya Bûşehrê vekişandin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ajansa Enerjiya Nukleerê ya Rûsyayê (Rosatom) ragihand ku welatê wî piraniya karmendên xwe yên li santrala nukleerê ya Îranê vekişandine.
Ev biryar piştî zêdebûna metirsiya bombebarankirina navendên nukleerê yên Îranê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hat dayîn.
Serokê Ajansa Enerjiya Nukleerê ya Rûsyayê Alexey Likhachev ji medyaya welatê xwe re axivî.
Alexey Likhachev ragihand, "Pêvajoya dawî ya vegerandina karmendên me yên li santrala Bûşehrê dest pê kiriye."
Likhachev da zanîn ku wan 108 karmend vegerandine.
Li gorî agahiyên wî tenê 20 kes li wir mane ku ew jî birêvebirên bilind û berpirsên ewlehiya amûran in.
"Ji Çernobîlê wêrankertir"
Moskowê ragihand ku sedema vê biryarê parastina canê karmendan e ji egera êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê.
Rûsyayê berê hişyarî dabû ku her êrişeke li ser santrala Bûşehrê dikare bibe sedema "karesateke tîrêjên (radyasyon) nukleerê ku ji karesata Çernobîlê wêrankertir be."
Ziyana rasterast negihiştiye santralê
Santrala Bûşehrê ya li başûrê Îranê ji aliyê Rûsyayê ve hatiye avakirin.
Di dema şer de derdora wê herî kêm 5 caran bûye armanca êrişan.
Tevî ku di êrişekê de parêzvanekî santralê hat kuştin jî heta niha ziyana rasterast negihiştiye santralê.
Ev yek li gorî analîzên Ajansa Enerjiya Nukleerê ya Navneteweyî hatiye piştrastkirin.
Washington û Tel Evîv her tim tekez dikin ku ew dê rê nedin Îran bibe xwediya çekên nukleerî.
Agirbesta 2 hefteyan
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibata borî,êrişî Îranê kir.
Îranê jî bi mûşek û dronan bersiva wan da.
Piştî 40 rojên şer, bi hewldanên Pakistanê agirbesteke 2 hefteyan hat ragihandin.