Îran: Kontrola Tengava Hurmizê dê heta hetayê di destê me de bimîne
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê ragihand ku wan di şerê 40 rojî yê borî de "serkeftineke mezin" bi dest xistiye û got, “Kontrola Tengava Hurmizê dê heta hetayê di destê me de bimîne”
Wî îdia kir ku planên Amerîka û Îsraîlê yên ji bo lawazkirina welatê wan "şikestin xwariye".
Berdevkê wezaretê her wiha tekez kir ku kontrola Tengava Hurmizê dê heta hetayê di bin destê Îranê de bimîne.
"Me 7 serkeftinên mezin bi dest xistin"
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê Riza Telayî Nîk li Qada Herewîyê ya li Tehranê, di nav kombûneke alîgirên hikûmetê de axivî.
Wî got, "Me di vî şerê dawî de bi piştgiriya eniya berxwedanê 7 serkeftinên mezin bi dest xistin."
"Şikestinên dijmin"
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê ew xal wekî "serkeftina Îranê û şikestina dijmin" ên di şer de dabeş kirin û wiha rêz kirin:
- Şikestina dijmin a di derbaskirina hêza leşkerî ya Îranê de.
- Şikestina hewldanên ji bo rûxandina Komara Îslamî.
- Parastina axa Îranê û şikestina plana parçebûnê.
- Bêencammana hewldanên ji bo derxistina ajawêya navxweyî.
- Şikestina hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî Îranê.
- Bihêzbûna yekrêziya niştimanî û şikestina dubendiyê.
- Têkbirina her destwerdaneke li Tengava Hurmizê.
Sê armancên din mane
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê amaje bi wê yekê kir ku sê armancên wan ên din mane.
Wî da zanîn ku ew dê li meydana şer an jî di dîplomasiyê de wan temam bikin û got:
"Ew armanc jî ev in: Cezakirina destdirêjkeran, wergirtina qerebûya zereran û jiholêrakirina gefan ji bo pêkanîna asayîşeke berdewam."
Zerereke mezin gihandin hêza asmanî
Riza Telayî Nîk di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku wan di vî şerî de zerereke mezin gihandiye hêza asmanî ya beramber.
Telayî Nîk got, "Balafirên wan ên şer ên herî bipêşketî li asman hatin nêçîrkirin û beşeke mezin a wan jî di nav baregehên wan ên leşkerî yên li ser erdê de hatin têkşkandin."