Îran: Biryara PKKyê gaveke girîng e

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ragihand ku ew ji biryara xwefesixkirinê ya PKKyê kêfxweş in.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî li ser biryara PKKyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Îsmaîl Bekayî di daxuyaniyê de got, "Daxuyaniya fesixkirina PKKyê ji bo bidawîanîna tundûtûjiyê û xurtkirina ewlehiyê gaveke girîng e."

Bekayî diyar kir ku ew ji vê biryara PKKyê kêfxweş in û got, "Temambûna vê pêvajoyê dê li Tirkiye û herêmê îstîqrar û aştiyê zêde bike."

Li ser banga Abdullah Ocalan, PKKyê di navbera 5-7ê Gulanê de kongreya xwe ya 12emîn li dar xist.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên doh kongreya 12emîn eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”