Li Îranê bi hinceta ‘sîxuriya ji bo Mossadê’ kesek hat îdamkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê kesekî ku bi îdiaya sîxuriya ji bo dezgeha îstixbaratê ya Îsraîlê Mossadê cezayê îdamê lê hatibû birîn, hat bidarvekirin.
Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya girêdayî Daraza Îranê ragihand ku cezayê îdamê yê Îhsan Efreşte hatiye pêkanîn.
Efreşte bi sîxuriya ji bo Mossadê dihat tohmetbarkirin.
Hat îdiakirin ku Efreşte ji aliyê Mossadê ve li ser înternetê hatiye perwerdekirin.
Efreşte ji xeynî Farisî bi zimanên Îngilîzî, Erebî û Îbranî jî dizanî.
Her wiha hat îdiakirin ku wî bi rêya peyaman bi Mossadê re pêwendî daniye û nasnavê "James" bi kar aniye.
“Zanyarî ji Mossadê re dişandin”
Hat îdiakirin ku di maîlên wî de gelek nameyên wî yên bi Mossadê re hatine dîtin.
Efreşte wekî pisporê sîberê di şirketeke teknolojiyê de xebitiye.
Ew bi wê yekê dihat tohmetbarkirin ku wî zanyariyên taybet ên sazî û rayedaran ji Mossadê re şandine.
Tê îdiakirin ku Efreşte bi hinceta şofêrtiya taksiyê wêneyên gelek cihên hesas girtine.
Wî paşê ev wêne ji kesên biyanî re şandine ku ew bi wan re di nav pêwendiyê de bûye.