Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Amerîkayê yê li Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî di encûmena biryarderên ajansê de ragihand ku destpêkirina çalakiyên atomî yên Îranê binpêkirina rêkeftina atomî ye û Komara Îslamî ya Îranê bi rêya zêdetirkirina pêtandina uranyumê nikare Amerîka neçar bike ku ji siyasetên xwe paş vegere.
Tehran di salvegera vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina atomî de dest bi beşek ji çalakiyên xwe yên atomî kir û mohleta du mehan da Ewropa, Çîn û Rûsyayê daku ziyanên Îranê qerebû bikin ku ji ber vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina atomî gihiştiye Îranê.
Rêkeftina atomî ji Îranê re destûr dide ku bi awayekî sînordar pêtandina uranyumê bidomîne, lê bi mercekî ku santrîfyuja pêşketî bi kar neyne.
Li gor raporta Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê, Îran sûdê ji santrîfyuja pêşketî wergirtiye, lewma li gor Amerîkayê ev binpêkirina rêkeftina atomî ye.
Hewldana Îranê bo pêtandina uranyumê, nîgeraniya welatên Ewropî li pey xwe anî, wezîrên derve yên Almanya û Holandayê li ser vê mijarê nîgeraniya xwe nîşan dan û diyar kirin ku eger Îran ji rêkeftina atomî vekişe, ew dê di asta cîhanî de rastî goşegiriyê bibe.
Herwiha Wezîrê Derve yê Swêdê ragihand ku vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina atomî karekî baş nebû, ev hewla Amerîkayê, ne tenê rêkeftina atomî li gel Îranê, baweriya zilhêzên cîhanî jî di danûstandinên li gel Koreya Bakur de xiste metirsiyê.
Hinek ji welatên Ewropî hewl didin ku rêkeftina atomî ya li gel Îranê biparêzin, lê li hember guvaşên Amerîkayê hêj nekarîne, ev jî nerazîbûna Îranê li pey xwe aniye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse