Ebdulrehîm Musevî li şûna Baqirî hat tayînkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî li şûna Mihemed Baqirî yê ku di êrişên Îsraîlê de hatibû kuştin Ebdulrehîm Mûsevî wekî Serkanê Giştî yê Artêşa Îranê destnîşan kir.
Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê biryarnameyên li ser destnîşankirina li şûna fermandarên ku di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin belav kir.
Li gorî IRNAyê Xamineyî li şûna Serkanê Giştî yê Îranê Baqirî yê ku di êrişê de hatibû kuştin, Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Mûsevî erkdar kir.
Rêberê Îranê, Mihemed Pakpûr wekî Fermandarê Artêşa Supaya Pasdaran û Elî Şadimanî jî wekî Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya erkdar kir.
Di êrişa vê sibehê ya Îsraîlê de Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya Xulam Elî Reşîd, Serokê Zanîngeha Azad Mihemed Mehdî Tehrançî û Serokê berê yê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Fereydûn Ebasî hatibûn kuştin.