Îsraîlê dest bi pêleke nû ya êrişan kir
Hewlêr (Rûdaw) – Êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê bi tundî berdewam dikin û heta niha ji ber êrişan li Tebrîzê 18 kes hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûne.
Îsraîlê li dijî Îranê dest bi pêleke nû ya êrişan kir.
Li gorî zanyariyan, Îsraîlê Baregeha Parastina Asmanî ya Tebrîzê, navendên leşkerî yên li Qûm, Tehran û Kerec, Zencan, Hemedanê bi tundî bomberan kirine.
Navenda Kontrola Qeyranan a Tebrîzê li ser êrişên li parêzgehê daxuyanî da û diyar kir ku heta niha di êrişên li ser Tebrîzê de 18 kes hatine kuştin 35 kes birîndar bûne.
Li aliyê din, ajansa Fars Newsê ku ajansa nîvfermî ya Îranê ye ragihand ku êrişên Îsraîlê berdewam dikin Navenda Nukleerî ya Fordoyê hatiye bombebarankirin.
Li gorî Fars Newsê, beriya niha bi demekê li Navenda Nukleerî ya Fordoyê du teqînan hat bihîstin û du xalên tesîsê hatin bombebarankirin.
Îsraîlê danê sibehê li Tehrana paytexta Îranê, Tebrîz, herêma nukleer a Netenzê ya girêdayî bajarê Îsfehanê û li bajarên Loristan, Kirmanşah, Şîraz, Xûzistan, Hemedan û Qumê êrişî navendên leşlerî kiribû.
#VÎDEO - Îsraîlê dest bi pêleke nû ya êrişan kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 13, 2025
🛑 Li Tehran, Tebrîz û Hemedanê dengê teqînan tê#Israel #Iran #iranisraelwar pic.twitter.com/blAqHGLm4X
Çi bûbû?
Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:01ê bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, di encama êrişa wan a asmanî ya berfireh a li ser çend herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên bilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.
Di êrişan de kuştina Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî hat piştrastkirin.
Ajansa Tesnîmê ya Îranê navên zanayên nukleerî yên ku hatine kuştin ragihandin ku wiha ne:
“Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî.”
Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.
Berdevkê Heyva Sor a Îranê Micteba Xalidî li ser encamên êrişên Îsraîlê daxuyanî da û got, "Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de li 12 parêzgehan 121 kes birîndar bûne."
Li hêla din, êrişa Îsraîlê bû sedema bertekên herêmî û navneteweyî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê li Îranê agahdar bûye û diyar kir ku ew dê destûrê nedin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.
Divê were gotin ku Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da êrişên Îsraîlê.