Berpirsekî Îranê: Destdanîna ser Balyozxaneya Amerîkayê şaşiyeke mezin bû
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Civata Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê Elî Ekber Natiq Nûrî got ku avêtina ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tehranê û destdanîna ser wê di salên destpêkê yên serkeftina Şoreşa Îslamî de şaşiyeke mezin bû.
Nûrî ragihand ku çavkaniya piraniya pirsgirêkên Îranê vedigere ser wê bûyerê.
"Şaşiyeke mezin bû"
Elî Ekber Natiq Nûrî di hevpeyvîneke xwe de ji medyaya Îranê re got:
"Gelek pirsgirêk ji hinek şaşiyan derketine ku di destpêka Şoreşa Îslamî de çêbûn.
Wekî mînak, destdanîna ser balyozxaneya Amerîkayê bi hinceta ku baregeha sîxuriyê ye, şaşiyeke mezin bû."
Elî Ekber Natiq Nûrî her wiha got, "Ma qey beşeke balyozxaneyên din ên cîhanê ne ji bo îstixbarat û sîxuriyê ye?
Wan ew der dagir kir û Amerîkayê jî wekî bertek balyozxaneya me girt û pereyên me cemidandin."
"Tecrûbeya me ya birêvebirinê nebû"
Endamê Civata Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê li ser pirsa nirxandina karûbarên Komara Îslamî ya Îranê di 40 salên borî de got:
"Ji destpêka şoreşê ve di birêvebirina welat de negehîştîbûn û nezanîn hebû.
Ti tecrûbeya me ya di karê birêvebirina hikûmetê de nebû û hinek şaşî ji destpêkê ve çêbûn."
Elî Ekber Natiq Nûrî yê ku berê serdemekê wezîrê karên navxwe û du serdeman jî parlamenter bûye, rexne li êrişên aliyên tundrew ên Îranê yên li balyozxaneyên Siûdî û Brîtanyayê jî girt û wekî şaşiyên mezin bi nav kir û got:
"Ev cure kiryar bûn sedema zext û astengiyan di siyaseta me ya derve de û em niha di vê rewşê de ne."
Elî Ekber Natiq Nûrî her wiha amaje pê kir ku ji wê demê ve zincîreyek pirsgirêk û bertekan berdewam kiriye ku ji wan biryar û şaşiyên destpêkê derketine holê.