Pizîşkiyan: Pêwendiyên me yên bi Îraq û Kurdistanê re birayane ne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê welatên cîran wekî "bira û xizmên" xwe pênase dike ku Îraq û Herêma Kurdistanê jî di nav de ne.
Mesûd Pizîşkiyan got, "Ti welat bi şer û tundiyê nagihêje encamê û divê em zemînekê ava bikin ku di nav aştî û aramiyê de bijîn."
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di konferansa aboriyê ya "Îran, Rêya 2026an" de gotarek pêşkêş kir.
Pizîşkiyan li ser pêwendiyên herêmî yên Tehranê ragihand:
"Em welatên cîran wekî bira, dost û heta xizmên xwe dibînin.
Pêwendiyên me yên dîrokî, neteweyî û çandî yên çend hezar salî bi Azerbeycan, Îraq, Kurdistan, Tirkiye, Afganistan, Pakistan û Turkmenistanê re hene û sînoran ev pêwendî ji nav nebirine."
Mesûd Pizîşkiyan bal kişand ser girîngiya aştiyê ya li herêmê û anî ziman:
"Ew rêyên ku me bi hev ve girê didin; rêyên aştî, bipêşketin, zanist, zanyarî, hezkirin û hêzê ne.
Heger em wan rêyan li ber hev vekin, em dikarin ewlehî, aborî û bipêşketinê misoger bikin.
Bipêşketineke ku di berjewendiya her kesî de ye."
'Divê em di nav aramiyê de bijîn'
Serokkomarê Îranê qala bandora neyînî ya şer kir û da zanîn:
"Ti welat bi şer, pevçûn, tundûtîjî û xwînrijandinê nagihêje ti derê û divê em zemînekê ava bikin ku di nav aştî, ewlehî û aramiyê de bijîn."
Gotinên Pizîşkiyan di demekê de ne ku tevî gereke dan û standinên nukleerî yên Îran û Amerîkayê ya li Mesqeta paytexta Umanê, aloziyên di navbera wan de gihîştine lûtkeyê.
Hevdîtina li Cenevreyê
Malpera Axiosê li ser zarê çar çavkaniyên agahdar belav kir ku biryar e 17ê Sibatê şandeyeke pilebilind a Amerîka û Îranê li Cenevreya Swîsreyê bicivin.
Serokatiya şandeya Amerîkayê dê di destê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Karên Rojhilata Navîn Steve Witkoff de be.
Li aliyê din jî Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî dê serokatiya şandeya welatê xwe bike.
Di heman demê de Amerîkayê keştiyên balafirhilgir anîne herêmê û Serokê Amerîkayê Donald Trump berdewam gefan li berpirsên Îranê dixwe ku heger peyman neyê kirin, "tiştên xirab" dê biqewimin.