Îranê hişyarî da Amerîkayê: Em dê qadên petrolê yên herêmê bikin xwelî

Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê bersiva gefên Serokê Amerîkayê da.

Wê baregehê ragihand, di egera her êrişa li binesaziya wan a enerjiyê de, ew dê hemû zeviyên petrolê yên herêmê yên ku para Amerîkayê tê de heye wêran bikin.

Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê (navenda herî bilind a fermandariya leşkerî ya li Îranê) Îbrahîm Zulfiqarî hişyariyeke tund da Washingtonê.

Daxuyanî bi ayeteke Qurana Pîroz dest pê dike ku amaje bi "bersivdana destdirêjiyê ya bi heman awayî" dike.

“Em dê bikin xwelî”

Di daxuyaniyê de ku wekî bersivekê ji bo axaftinên Serokê Amerîkayê hatiye pênasekirin, wiha hat gotin:

"Di egera êrişkirina ser binesaziya petrol, aborî û enerjiyê ya Komara Îslamî ya Îranê de, hemû ew binesaziyên petrol, aborî û enerjiyê yên girêdayî şirketên li herêmê ku para Amerîkayê tê de heye an jî hevkariya Amerîkayê dikin, dê yekser werin wêrankirin û bibin xwelî."

Piştî êrişa li ser Xarkê

Ev hişyariya Xatemul Enbiyayê piştî bombebarankirina Girava Xarkê ya ji aliyê Amerîkayê ve hat dayîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva şemiyê di peyamekê de ragihand, li ser fermana wî Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) yek ji êrişên asmanî yên herî bihêz û mezin di dîroka Rojhilata Navîn de pêk aniye û tê de Girava Xarkê ya Îranê kiriye armanc.

Serokê Amerîkayê diyar kir ku di vê êrişê de hemû armancên leşkerî yên li Girava Xarkê ku navenda stratejîk a herî giring a Îranê ye, bi temamî hatine wêrankirin û xirakirin.

Trump got, "Çekên me çekên herî bihêz û pêşketî ne ku cîhanê heta niha dîtine."

“Girava qedexekirî”

Xark giraveke biçûk e lê girava herî stratejîk û giring a Îranê û heta ya Kendavê ye jî.

Ji ber ku ji sedî 90ê rûberê vê giravê ji bo pîşesaziya petrolê hatiye terxankirin, piraniya nifûsa wê ya 8 hezar kesî karmend û karkerên sektora enerjiyê ne.

Ev girav di nav Îraniyan de gelek caran wekî "girava qedexekirî" tê naskirin.