Li Îranê 54 kes bi tohmeta 'sîxuriyê' hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Asayîşa Giştî ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku di 72 demjimêrên borî de 54 kes bi tohmeta "sîxurî û derxistina aloziyan" hatine desteserkirin.
Hat zanîn ku operasyon bi hevkariya dezgehên îstixbaratî û desthilata dadweriyê hatine kirin.
"Hewl dane dîmenan ji Îsraîl û Amerîkayê re bişînin"
Li gorî daxuyaniya Polîsê Asayîşa Giştî ya Îranê ya ku îro hatiye belavkirin, du ji wan desteserkiriyan hewl daye ku wêne û vîdeoyên cihên hestiyar ji bo dezgehên îstixbaratî yên Îsraîl û Amerîkayê bişînin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku di operasyona desteserkirina wan 54 kesan de, 11 kes rûbirûyî tîmên polîsan bûne.
Ew 11 kesên ku rûbirûyî polîsan bûne di encama pevçûnê de bi birîndarî hatine desteserkirin.
"Dest bi ser çek û teqemeniyan de hat girtin"
Polîsê Asayîşa Giştî ya Îranê cihê desteserkirina wan kesan eşkere nekir.
Lê hat diyarkirin ku di dema desteserkirina wan kesan de dest bi ser hinek çek û teqemeniyan de jî hatiye girtin.
Desteserkirina van 54 kesan di demekê de ye ku şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li hemberî Îranê ketiye roja 15an.