Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî îro di civîneke ligel rayedarên Îranê û hejmarek dîplomatkarên welatên îslamî de êrişa leşkerî ya ser Sûriyê şermezar kir û ragihand ku li Sûriyê tawan hat encamdan.
Elî Xaminêyî, Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May weke tawankar bi nav kir û got ku “ew welat li herêmê ti qezencek bi dest naxin, her weke çend salên borî li Iraq û Sûriye û Efxanistanê ku tawanên heman şêwe encam dan, ti qezencek nedîtin.”
Xaminêyî ligel piştraskirina gotinên Trump ku ragihandibû li Rojhilata Navîn lêçûnên şerên Amerîkayê gelek bûne û ti qezencek nebûye got, li herêmê ti tiştek nakeve destê Amerîkayê.
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê li ser DAIŞê got ku Amerîka bi pereyên Erebistana Siûdî û yên weke wê, li Iraq û Sûriyê çêkir û li ku pêwîst bû, piştgiriya terorîstan kir û her dema ku endamên DAIŞê dihatin dorpêçkirin, ew rizgar dikirin.
Elî Xaminêyî di axaftina xwe de êrişên Amerîka, Brîtanya û Fransayê yên ser Sûriyê bi tawan bi nav kir û got: “Bi eşkere dibêjim, Serokê Amerîka, Serokê Fransa û Serokwezîra Brîtanyayê tawankar in.”
Xaminêyî tekez kir ku Komara Îslamî ya Îranê piştgiriya grûpên berevaniyê didomîne û Amerîka jî dê di bidestxistina armancan de li herêmê %100 şikest bixwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse