30 leşkerên Îranê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên Îsraîlê yên ser Îranê de li eyaleta Azerbeycana Rojhilat 30 leşker û peywirdarekî Heyva Sor a Îranê hatin kuştin.

Behram Sermestê Parêzgarê Azereaycana Rojhilat daxuyaniyek da televîzyona dewletê û eşkere kir ku Îsraîlê li tevahiya eyaletê îro êrişî 19 cihan kiriye û got:

"Di encama êrişên rejima Siyonîst ên ku ji sibeha înê ve dewam dikin de dema ku wan welatê Îslamê diparast 30 leşker û xebatkarekî Heyva Sor şehîd ketin, 55 kes birîndar bûn."

Behram Sermest diyar kir ku êriş li bajarê Tebrîzê yê eyaletê li 12 cihan hatine kirin û da zanîn ku navçeyên Bostanabad, Şebîster, Azerşehr, Merage û Tirkmençayê jî bûne hedefa êrişan.