Medyaya Îranê: Îsraîlê êrişî qada gazê ya herî mezin a Îranê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihand ku Îsraîlê qada gaza xwezayî ya herî mezin a Îranê Parsa Başûr ku li başûrê welêt li ser Kendava Besrayê ye bombebaran kiriye.
Medyayên Qeter û Îranê ragihand ku li faza 14an a zêviya gaza xwezayî ya Parsa Başûr a Îranê ku zêviya gaza xwezayî ya herî mezin a cîhanê ye, teqînek rû da.
Li gorî nûçeyên di medyaya Îranê de, îro droneke kamîkaze ya Îsraîlê, li yek ji rafîneyên qonaxa 14an a Parsa Başûr xist.
Hate ragihandin ku di encama teqînê de agir bi beşeke rafîneyê ketiye û tîman rewş xistiye bin kontrola xwe.
Îranê daxuyandibû ku eger Îsraîl binesaziya wê ya enerjî û aboriyê bike hedef, ew jî bi heman şêweyî dê li binesaziya enerjî û aborî ya Tel Avîvê bixe.
#VÎDEO - Medyaya Îranê ragihand ku Îsraîlê êrişî qada gaza xwezayî ya Parsa Başûr kiriye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 14, 2025
🛑 Parsa Başûr qada gaza yê herî mezin a li başûrê Îranê ye #Israel #Iran #iranisraelwar #Tahran #طهران #TelAviv #تل_أبيب pic.twitter.com/NHZEY5w0DR