ÎRAN - Li Qûmê teqîn: 7 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qûmê yê Îranê di avahiyekê de teqînek çêbû û li gorî agahiyên destpêkê, 7 kes birîndar bûn.
Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Qûmê da zanîn ku teqîn ji ber gazê bûye.
Li qata yekem a avahiyekê ya li taxa Perdisanê ya bajarê Qûmê teqînek çêbû.
Tîmên hawarçûnê gihiştin cihê bûyerê û hêzên ewlehiyê li herêmê belav bûn.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, teqîn ji ber rijîna gazê çêbûye.
Birêvebirê Hawarçûnê yê Qûmê Mihemedcewad Baqirî ji medyaya fermî ya Îranê re ragihand ku wan gelek tîmên hawarçûnê bi 5 ambulansan şandine cihê teqînê û heta niha 7 kes birîndar bûne.
Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Qûmê jî da zanîn ku di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûne lê heta niha 7 kesên birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.
Berdevk li ser sedema teqînê jî got ku wan dest bi lêkolînê kiriye.