Rojnameyên Îranê ji ber erdheja Kirmaşanê manşêtên Kurdî dan

Hewlêr (Rûdaw) - Erdheja Rojhilatê Kurdistanê ku wêraniyek mezin çê kir û di encamê de bi sedan kes mirin, bû manşêta sereke yê rojnameyên Îranê û hejmarek ji rojnameyan jî bi zimanê Kurdî manşêtên xwe dan.

 

Piştî erdheja bihêz a li Rojhilatê Kurdistanê û diyarbûna asta wêranî û rêjeya zêde ya qurbaniyan, rojnameyên Îranê weke hevxemî li gel xelkê deverên ku erdhej lê çê bûye, manşêtên xwe taybet kirin bi erdhejê û hin ji wan rojnameyan jî bi zimanê Kurdî û bi taybetî bi zaravê kurdiya Kirmaşanî hevxwemiya xwe ji bo qurbaniyên erdhejê nîşan dan.

 

Rojnameya Îran manşêta xwe ya yekem kiriye: Îran di xema Kirmaşanê de.

 

Rojnameya Îtimad bi zaravê kurdiya Kirmaşanî nivîsandiye: Tenya nîd Kirmaşan (Tu ne bi tenê yî Kirmaşan).

 

Rojnameya Qanûn nivîsiye: Janit jan Îran e (Jana te jana Îranê ye).

 

Rojnameya Hembestigî manşêta xwe wiha daniye: Rondika Îranê

 

Rojnameya Camîeya Ferda wêneyeke dilşewat a sê jinên Kurd daniye ser rûpela xwe ya yekem û manşêtek wiha daniye: Roley ezîzim, roley bêkesim (Lawê min ê ezîz, lawê min ê bêkes).

 

Rojnameya Hunermend bi kurdiya Kirmaşanî weke amaje bi kul û xema welatê Kurdan nivîsiye: Wey Kurdewar (Ax warê Kurdan).

 

Rojnameya Asmanê Abî jî li manşêta xwe ya yekem wiha daye: Çima negirîm, şûşe ji sed alî ve şikestiye.

 

Rojnameyên din ên Îranê jî bi belavkirina wêne û raportên li ser erdheja Kirmaşanê û Rojhilatê Kurdistanê, bi zimanê Farsî zanayrî dane. Manşêtên weke Qesrî Matem anko Qesra Şînê li cihê Qesra Şîrîn, Kirmanş Ah (Kirmanş Ax) li cihê Kirmanşah, an jî manşêtên weke tep û toza karesatê li welatê Ferhad, Rojên tal ên welatê Şîrînê, Zagros hejiya, Îran giriya, rûpelên yekem ên rojnameyên Îranê nexişandin.

 

Erdheja Kirmanşanê mezintirîn karesata sirûştî ya li Îranê di sala 2017an de hate naskirin, û ji ber asta wêraniyê û hejmara qurbaniyan li tevaya cîhanê deng veda.

 

Tevî vê yekê hikûmeta Îranê tevahiya destpêşxeriyên alîkariyê yên ji aliyê welatên cîhanê ve red kir û ragihand, pêdîviya Îranê bi alîkariyên derve nîne.

 

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf spasiya peyamên hevxemiyê yên ji welatên derve kir û ragihand: Îran dikare bi şiyanên xwe yên navxweyî krîzê kontrol bike û pêwîstî bi alîkariyên ji derve nîne.

 

Ew yek di demekê de ye, ku çavkaniyên xwecihî yên li Kirmaşanê û bi taybet li navçe û bajarên weke Ezgil, Serpîl Zehaw û Qesra Şîrîn li ser torên civakî belav kirine, di demekê de îro roja sêyem a piştî erdhejê ye, lê heta niha alîkariyên pêwsît negihîştine xelkê û bi taybet li hin bajar û gundan hêj alîkarî û pêwîstiyên bingehîn jî negihîştine destê xelkê lêqewimî.