Îran: Plana me ya bidarvekirina xwenîşanderan nîne
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku plana wan a bidarvekirina xwenîşanderan nîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh li Koşka Spî got: "Ez hatim agahdarkirin ku kuştina xwenîşanderan li Îranê rawestiyaye û ti planên bidarvekirina wan nîne.
Ev yek ji min re hat ragihandin lê em lêkolînê li ser dikin."
Trump hişyarî da, eger zanyarî ne rast bin dê gelekî hêrs bibe û diyar kir ku ew lêkolînê dikin bê ka pêwîstî bi gavên din ên li dijî Îranê heye yan na.
Divê were gotin ku Trump berê gefa destwerdan û êrişa leşkerî li Îranê xwaribû ku eger kuştin û bidarvekirina xwenîşanderan bidome.
"Îsraîlê komek şandiye"
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li hemberî vê yekê got, "Îro û sibe ti planên bidarvekirinê nîne."
Ebas Eraqçî Îsraîl tohmetbar kir ku komek şandiye nava welatê wan da ku xwenîşanderan bikujin û hejmara kuştiyan zêde bikin, da ku Amerîkayê neçarî destwerdanê bikin.
Piştî wan daxuyaniyan, rêxistinên mafên mirovan ên Îranê ragihand ku biryar bû hinek xwenîşander di nav de Îrfan Sultaniyê 26 salî bên bidarvekirin lê niha biryar hatiye betalkirin.
Nêzîkî sê hefteyan e xwenîşandan li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin.
Rêxistinên mafên mirovan jî behsa kuştina zêdetirî 3 hezar û 400 kesî û desteserkirina nêzîkî 10 hezar kesên din dikin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) doh di raporeke xwe de ku pişta xwe bi belgeyên vîdeoyî û şahidan girê dide, ragihand:
"Desthilatdarên Îranê di pêngava serkuta xwepêşanderan de, komkujiyeke neyasayî bi qebareyeke bêmînak kiriye."
Li gorî raporê, hêzên ewlehiyê li kolanan, banê avahiyan, mizgeft û navendên polîsan gule li xwenîşanderên bêçek reşandine û piraniya qurbaniyan "ser û sîngê wan hatiye hedefgirtin."
19 welatan hişyarî da
Ji ber egera êrişa Amerîkayê û aloziyan, heta niha 19 welatan hişyarî daye welatiyên xwe ku neçin Îranê nekin û di demeke herî nêzîk de wî welatî biterikînin.
Ew welat ev in: Amerîka, Kanada, Brîtanya, Almanya, Fransa, Awistralya, Çekya, Swêd, Fînlanda, Norweç, Îtalya, Polonya, Japonya, Koreya Başûr, Hindistan, Malezya, Romanya, Bulgaristan û Spanya.