Îran: Dronên me kopî dikin û bi wan êrişî welatên cîran dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Hêzên Çekdar ên Îranê hişyarî da welatên cîran û got, “Dronên me kopî dikin û bi wan êrişan dikin.”
Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ragihand ku dijminên wan drona wan a Şahid-136, bi navê "Lucas"ê kopî kiriye û êrişî herêmê dikin da ku Tehranê tohmetbar bikin.
Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfiqarî îro daxuyaniyek da.
Îbrahîm Zulfiqarî berê xwe da welatên cîran û Misilman ên herêmê û got:
"Dijminê ku di qada şer û hevalbendiyên siyasî de li dijî Îranê têk çûye, serî li hîle û xefikan daye."
Bi gotina Îbrahîm Zulfiqarî "dijminan" bi planeke şeytanî drona Şahid-136 a Îranê bi navê “Lucas”ê kopî kiriye û bi wan êrişî çend cihên li herêmê dikin.
"Dixwazin fitneyê derxin"
Zulfiqarî li ser armanca van êrişan axivî û got:
"Armanca dijmin ew e ku gumanan peyda bike û Komara Îslamî ya Îranê tohmetbar bike.
Ew dixwazin di navbera Îran û welatên cîran de fitne derkeve."
Zulfiqarî îdia kir ku dijminên wan bi van karan dixwaze mafên parastinê û qanûnî yên hêzên çekdar ên Îranê reş bike.
"Em kîjan cihî bikin armanc em dê ragihînin"
Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê tekezî li ser xeta leşkerî ya Îranê kir got:
"Komara Îslamî ya Îranê wekî gelek caran ragihandiye, tenê êrişî armanc û berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê dike.
Em kîjan cihî bikin hedef, em bi daxuyaniyeke fermî berpirsyariya wê digirin ser xwe û em dê bersiva encamên wê jî bidin."
Êrişên li Îraq û Tirkiyeyê
Îbrahîm Zulfiqarî bal kişand ser êrişên demên dawiyê û da zanîn ku çend rojên borî "êrişên şeytanî" li ser çend navendan li welatên cîran ên wekî Îraq, Tirkiye û Kuweytê hatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê ev êriş xistine stûyê hêzên çekdar ên Îranê lê ev yek tenê "plan û xefik" in.
Îbrahîm Zulfiqarî ji rayedarên welatên herêmê xwest ku li hemberî van tevgeran hişyar bin û got:
"Pêwîst e me ji hev bawer bikin. Bi parastina yekrêziyê, em dê dijminê destdirêjkar ji van karên xerab poşman bikin."