Qalîbaf ji berbijêriya serokomariya Îranê vekişiya

15-05-2017
RÛDAW
Nîşan Îran Mihemed Baqir Qalîbaf Hilbijartina serokatiyê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Berbijêrekî serokomariya Îranê yê bi navê Mihemed Baqir Qalîbaf ji hilbijartina serokatiya wî welatî vekişiya û piştgirî da berbijêrekî din ê bi navê Îbrahîm Reyîsî ku ser bi aliyê muhafizekaran ve ye.

 

Îro dûşembî 15ê Gulana 2017ê, yek ji berbijêrên sereke yên eniya muhafizekarên Îranê yê bi navê Mihemed Baqir Qalîbaf di daxuyaniyekê aşkere kir, ku wî biryara xwe vekişandinê di hilbijartina serokomariya Îranê de daye.

 

Mihemed Baqir Qalîbaf herwiha piştgiriya xwe ji bo berbijêrê din ên muhafizekaran, Îbrahîm Reyîsî ragihand û daxwaz ji alîgirên xwe dike, ku  hemû hewlên xwe ji bo serkevtina Reyîsî bidin.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Ya ku di vê qonaxê de giring e, parastina berjewendiyên xelk, welat û şoreşa îslamî ye û niha ev armanca mezin bêyî guhertin di rewşa niha de bi dest nayê.”

 

Îbrahîm Reyîsî weke berbijêrê sereke yê muhafizekarên Îranê tê naskirin, ku ji aliyê Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî û Supaya Pasdaran û hêzên ewlehiyê yên wî welatî ve tê piştgirîkirin.

 

Ji eniya reformxwazên Îranê jî du berbijêr di hilbijartinan de hene. Serokomarê niha yê Îranê Hesen Ruhanî û cîgirê wî di hikûmeta niha de Îshaq Cehangîrî du namzedên reformxwazan in.

 

Çavdêrên siyasî yên ku rewşa Îranê dişopînin, dibêjin, ku Hesen Ruhanî berbijêrê sereke yê eniya reformxwazan e û tê çaverêkirin, ku di demên pêş de Îshaq Cehangîrî ji hilbijartinê vekişe.

 

Encumena Pasevaniya Destûra Îranê navê 6 kesan weke berbijêrên hilbijartina serokatiya Îranê pesend kiribû, ku ev 6 kes ev in: Hesen Ruhanî, Îshaq Cehangîrî, Mustefa Haşimî Teba, Îbrahîm Reyîsî, Mihemed Baqir Qalîbaf û MUstefa Mîr Selîm.

 

Mistefa Haşimî Teba di nûtirîn daxuyaniya xwe de red kiriye, ku ji hilbijartinan vekişe, lê belê gotiye, eger ez berbijêr nebam, min dê deng bi Ruhanî daba.

 

Berbijêrê din, Mustefa Mîr Selîm hêj ti daxuyaniyek nedaye, lê hin çavdêr dibêjiin renge ew jî bi qazanca Reyîsî ji hilbijartinan vekişe.

 

Weke ku tê çaverêkirin, hilbijartin dê di navbera du berbijêrên sereke yanî Hesen Ruhanî û Îbrahîm Reyîsî de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst