Îran: Amerîka dê weke 30 sal pêş şikestê bixwe

15-06-2017
RÛDAW
Nîşan Îran Behram Qasimî Amerîka Guhertina sîstemê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Îranê bi tundî li dijî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tilleson bertek nîşan da û weke destwerdan û binpêkirina aşkere ya yasayên navdewletî bi nav kir. Tehranê herwiha diyar kir, ku gotinên Tillerson nayên qebûlkirin û tekez kir, ku dê siyaseta Amerîkayê her weke berê rastî şikestinê were.

 

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a dewleta Îranê IRNAyê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî îro pêncşembiyê 15ê Hezîranê bi tundî rexne li gotinên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson girt, ku gotibû “Li Îranê em piştgirî didin grûbên ku dixwazin rejîm biguherin”.

 

Behram Qasimî got: “Bêserûberî, ketina bin bandora helwestên ne di cih de û reva ji rastiyan ji nîşanên diyar ên siyaseta derve ya hikûmeta nû ya li Amerîkayê ne, ku mînaka herî dawî di daxuyaniyên vî berpirsê amerîkî de xuya ye.”

 

Qasimî Amerîka bi wê yekê tohmetbar kir, ku ji 30 sal berî niha ve bi awayekê fermî li ser siyaseta guhertina rejîma Komara Îslamî li Îranê berdewam bûye û tekez kir, ku siyaseta Washingtonê ya di vê bareyê de şikest xwariye û bi gotina wî bûye sedema “şermek cîhanî” ji bo Amerîkayê.

 

Qasimî da xuyakirin, ku di gotinên xwe yên wê dawiyê de Rex Tillerson de hewl da, ku nîşan bide, di sîstema desthilatdariya Îranê de nakokî û derz heye û destnîşan kir, ku ew gotinên Wezîrê Derve yê Ameîrkayê ji hêviyên bêbin tên, ku dê her weke çar dehsalên bihorî ti encaman bi dest nexe.


Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê herwiha da zanîn, ku gotinên Tillerson yên derbarê guhertina rejîmê li Îranê, “nepatî û ne di cih de” û “destwerdan di nava karûbarên navxweyî yên Îranê de” ne.

 

Behram Qasimî diyar jî kir, ku daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha “binpêkirina aşkere ya yasa û hiqûqa navdewletî” ye û got, ku bi ti awayî “ew gotin nayên qebûlkirin”.

 

Qasimî ragihand, “tekane rêya ji bo têgihîştina rastiyên derbarê Îranê û deverê de, destberdana ji zimanê gefê, destwerdana di nava karûbarên navxweyî yên Îranê û welatên din ên deverê de û nîşandana helwesteke rast û dirist, lojîkî û aqilane û dûr ji kelecanê” ye.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Re xTillerson duh çarşembiyê 14ê Hezîranê gotibû, ku ew dê piştgirî li wan aliyên navxwe yê Îranê bikin, ku hewl didin di hindirê wî welatî de sîstemê biguherin.

 

Rex Tillerson ku di Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê de diaxivî, destnîşan kir: “Siyaseta Eyaletên Yekgirtiyên Amerîkayê piştgiriya li hin aliyên di hindirê Îranê de ye, da ku desthilat bi şêweyeke aştiyane li wî welatî were guhertin.”


Tillerson herwiha di axavtinên xwe herwiha Îran weke sedema sereke ya nebûna îstiqrar û tenahiyê li deverê bi nav kir û diyar kir, ku Waşington li dijî hejmoniya Îranê li deverê xebatê dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst