Îran: Heta ku rejîma siyonîst bê rûxandin dê êriş bidomin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Ewlehiya Niştimanî ya Parlamentoya Îranê derbarê êrişên mûşekî yên welatê xwe yên li ser Îsraîlê got, "Operasyonên me heta ku rejîma siyonîst bê rûxandin dê êriş berdewam bikin."

Serokê Komîteya Ewlehiya Niştimanî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Ezîzî, derbarê rêze êrişên nû yên mûşekî yên welatê xwe yên li ser Îsraîlê daxuyaniyek belav kir,

Îbrahîn Ezîzî got, "Operasyona `Soza Rast 3` heta ku rejîma siyonîst bê rûxandin dê êriş berdewam be."

Her wiha Ezîzî amaje bi fermana Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî ya ji bo êrişkirina ser Îsraîlê kir û got, "Dê êriş berfirehtir, kujektir, giştîtir û wêrankertir bibin."

Sibeha roja Înê 13ê Hezîranê, Îsraîlê êrişî ser çend baregehên serbazî û nukleerî yên Îranê kir, di encamê de hejmarek fermandarên serbazî û zanyarên atomî hatin kuştin.

Di heman demê de, Îranê operasyona bi navê "Soza Rast 3" li dijî Îsraîlê ragihand û bi çend qonaxan, bi dehan mûşekên balîstîk û dronan, êrişî Îsraîlê kir.

Heta niha jî pevçûnên di navbera her du welatan de berdewam in û sibeha îro, ji bilî êrişên mûşekî yên Îranê yên li ser Îsraîlê, dengê teqînên bihêz li çend bajarên Îranê, bi taybetî li paytext Tehranê, hatin bihîstin.