Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi balyozan re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê rexneyên tund li Îsraîlê girtin û got: “Dema ku êrişa dewleta Siyonîst dest pê kir em bi Amerîkayê re di nava dan û standinan de bûn.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Tehranê bi balyozên welatan re derbarê şerê niha yê di navbera Îran û Îsraîlê de axivî û got:

“Rejîma Îsraîlê ti sînoran di binpêkirina qanûnên navneteweyî de nas nake.”

Ebas Eraqçî her wiha anî ziman:

“Rejîma Siyonîst xeteke sor a nû ya qanûnên navneteweyî derbas kir, ew jî êrişkirina ser dezgehên atomî bû.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê her wiha ragihand:

“Spasiya balyozên hemû wan welatan dikim ku êriş şermezar kir.

Helbet welat hene ku bangeşeya şaristaniyetê û pêbendiya bi qanûnên navneteweyî dikin lê li şûna şermezarkirina Îsraîlê, Îran bi destdirêjiyê tawanbar dikin.”