Pizîşkiyan: Em dê ji bo çareseriyê rêya aştiyê bidin ber xwe
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku divê pencereya dîplomasiyê vekirî be û ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew dê rêya aştiyê bidin ber xwe.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh li ser tora civakî ya Xê derbarê rewşa Îranê peyamek belav kir û got:
“Ji bo vekirina asoyên nû divê em bi çavekî rexnegir li pêşerojê binêrin.
Tiştê ku me ber bi paşerojeke baştir ve dibe, ji nû ve avakirina hêviyê, amadebûna ji bo fêrbûnê, guherîn û avakirina rêyeke nû ya bi lihevkirin, hevsozî û şarezayî ye.”
Pizîşkîyan tekezî li ser girtina rêya dîplomasî û aştiyê kir û anî ziman:
“Em hîn di wê baweriyê de ne ku pencereya dîplomasiyê vekirî ye û em dê rêya aştiyê bidin ber xwe.”
Serokkomarê Îranê di peyameke din de li ser êrişên Îsraîl û Amerîkayê nivîsî:
“Di ezmûna mezin a şerê sepandî de, her çend zext û pirsgirêkên derûnî yên mezin li ser gelê me hatin sepandin jî, em bûn şahidê yek ji diyardeyên herî awarte yên beşdariya giştî, lihevkirin û yekîtiya civakî ya di dîroka hevdem a Îranê de û Îraniyan li navxwe û derve, rexnegir û nerexnegir, bi yekîtî li dijî dijminê destdirêj rawestiyan.”
“Em hewl didin pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin”
Li aliyê din, Cîgirê Serokkomarê Îranê Mihemedreza Arif ragihand, li gorî stratejiya ku ji aliyê Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ve hatiye diyarkirin, “Tehran li pey şerê bi ti kes û aliyan re nîne û em hewl didin pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.”
Li gorî gotina Mihemedreza Arif, Îran ji bo gotûbêj û dan û standinan amade ye lê divê şert û mercên gotûbêjê bên amadekirin.
Cîgirê Serokkomarê Îranê her wiha tekezî li wê yekê kir ku divê hêzên çekdar ên Îranê ji her tiştî re amade bin û got:
“Eger nêrîneke xirab a her kes û aliyî ji bo Îranê hebe, em dê bersiveke tund bidin.”
Îsraîlê 13ê Hezîranê êrişî Îranê kir, piştre Îranê bi mûşekên balîstîk û dronên bombebarkirî bersiv da.
22yê Hezîranê Amerîka jî ket nav şer û êrişî navendên atomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kir.
25ê Hezîranê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbest ragihand.
Piştî ragihandina agirbestê, berpirsên Îran û Amerîkayê çend caran amadebûna xwe ya ji bo gotûbêjan anî ziman lê heta niha ji bo birêveçûna dan û standinan dem û cih nehatine diyarkirin.