Supaya Pasdaran: Me binkeyên partiyên dijber topbaran kir
Hewlêr (Rûdaw) - Supaya pasdarên Îranê da xuyakirin ku wan bingehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê topbaran kirine.
Beşa Peywendiyên Biryargeha Supaya Pasdaran li Urmiyê da xuyakirin ku wan binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser sinor topbaran kirine û ziyan gihandine wan.
Heta niha partiyên Rojhilatê Kurdistanê ti zaniyariyek li ser wan nûçeyan aşkere nekirine.
Ev di demekê de ye ku Hêza Sînorparêz ya Îranê roja 13.11.2020 vê mehê kuştina 3 endamên xwe di şerekî li gel hêzên Kurdî de ragihandibû.
Hêza Sînorparêz ya Îranê diyar kiribû, “2 efser û serbazekî me li sînorê parêzgeha Urmiyê di rûbirûbûna hêzên Dijberên Şorişê de hatin kuştin.”
Hêza Sînorparêz ya Îranê aşkere kiribû, “Şer demjimêr 14.00 li navçeya Tergewera parêzgeha Urmiyê qewimî û rê nehat dayîn hêza dijber derbasî Îranê bibe.”