Amerîkayê cezayên nû bi ser Îranê de sepandin
Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê roja Pêncşemê ceza bi ser hejmarek berpirsên ewlehiyê û saziyên darayî yên Îranê de sepandin.
Amerîka wan bi tepeserkirina tund a xwenîşandanan û spîkirina milyaran dolar dahata petrolê tohmetbar dike.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ev biryar ragihand ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandanên mezin tên lidarxistin.
Her wiha di rojên dawî de qutkirina înternetê û zext jî zêde bûne û qala kuştina bi hezaran kesan tê kirin.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent di daxuyaniyekê de got:
"Amerîka bi biryardarî li kêleka gelê Îranê û daxwazên wan ên azadî û dadmendiyê disekine."
Hat diyarkirin ku ev gav bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump hatiye avêtin.
Elî Larîcanî di lîsteyê de ye
Yek ji wan kesên ku ceza bi ser de hatiye sepandin Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî ye.
Washington wî bi organîzekirina tepeserkirinê û daxwaza bikaranîna hêzê ya li dijî xwenîşanderan tohmetbar dike.
Her wiha ceza li ser 4 fermandarên herêmî yên polîs û Supaya Pasdaran a Îranê jî hatin sepandin.
Sedem rola wan a di "tepeserkirina" xwenîşandanên li parêzgehên Loristan û Farsê ye.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê da zanîn ku hêzên ewlehiyê li parêzgeha Farsê "gelek xwenîşanderên aştiyane" kuştine û nexweşxane ji ber birîndarên guleyan ew qasî tijî bûne ku nikaribûne nexweşên din wergirin.
Li aliyê din, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê navê 18 kes û saziyan xiste lîsteya cezayan.
Ew bi birêvebirina torên "bankvaniya sîber" tên tohmetbar kirin ku dahata petrola Îranê bi rêya şirketên sexte yên li Îmarat, Sîngapûr û Brîtanyayê spî dikin.
Li gorî wezaretê, ew tor salane milyaran dolaran bi rêya şirket û ofîsên pevguhertina pereyan vediguhêzin, di demekê de ku welatiyên Îranê di nav krîza aborî de ne.
Bi van cezayan, mal û milkên wan kes û aliyan ên li Amerîkayê tên cemidandin û qedexe ye ku Amerîkî bi wan re bixebitin.
Her wiha saziyên darayî yên biyanî jî eger bi wan re bixebitin rûbirûyê cezayan dibin.
Ev gava nû beşek e ji kampanyaya "zexta herî zêde" ya îdareya Trump a li dijî Îranê.
Wezaretê ragihand ku sala 2025an di çarçoveya vê hewldanê de ceza bi ser zêdetirî 875 kes, keştî û balafiran de hatiye sepandin.