Îran: Heke Amerîka êriş bike em dê êrişî baregehên wê bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî gef li Washingtonê xwar.
Larîcanî got, ew ji bo dan û standinan amade ne lê heke êrişî wan were kirin, ew dê baregehên leşkerî yên Amerîkayê bikin armanc.
"Em dê bersiveke tund bidin"
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî di hevpeyvîneke xwe de behsa aloziyên di navbera Amerîka û welatê xwe de kir.
Larîcanî ragihand ku Îran ne li pey şer e û got, "Lê heke şer bi ser me de bisepînin, em dê bi tundî bersivê bidin."
Elî Larîcanî anî ziman ku Îran ji bo dan û standinên mijara atomê yên bi Amerîkayê re amade ye û got:
"Lê heke bifikirin ku êriş bikin, em dê baregehên wan ên leşkerî bikin armanc."
Dan û standin didomin
Wî şerê 12 rojî yê di navbera Tehran û Tel Evîvê de û bombebarankirina navendên atomê yên welatê xwe ya ji aliyê Amerîkayê bi bîr xist û anî zimên:
"Bi liberçavgirtina serpêhatiya borî, ez dûr dibînim ku aliyê hember li pey şer be lê em li gorî wê demê zêdetir amade ne."
Divê were gotin ku diyalog heye lê aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de didome.
Şandeyeke payebilind a Amerîka û Îranê dê sibe li Cenevreya paytexta Swîsreyê bicive.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Witkoff dê serokatiya şandeya Amerîkayê bike.
Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî dê serokatiya şandeya welatê xwe bike.
Amerîkayê keştiya balafirhilgir aniye herêmê û Donald Trump jî bi berdewamî gefan li rayedarên Îranê dixwe ku eger peymanê nekin, dê "tiştên xerab" biqewimin.