Îran: Mûşekên nû hîn di depoyan de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku piraniya depoyên wan ên mûşekan hîn parastî ne û ti zerer negihiştine wan.

Berdevkê Supaya Pasdaran Mihemed Elî Naînî ji Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê got, "Ew mûşekên ku heta niha di şer de hatine bikaranîn, bi piranî berhemên beriya 10 salan in."

Mihemed Elî Naînî diyar kir ku wan hîn çekên xwe yên bipêşketî bi kar neanîne.

Her wiha wî destnîşan kir ku ew mûşekên piştî "şerê 12 rojan" ê bi Îsraîlê re hatine hilberandin, hîn di depoyan de ne û nehatine bikaranîn.

Bersiva ji bo Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump berê gotibû ku wan hêza deryayî ya Îranê têk biriye.

Berdevkê Supaya Pasdaran li ser van gotinên Trump wiha got:

"Eger Trump wêrek be, bila bihêle keştiyên wî werin nav Kendava Farsê."

Îdiayên Amerîkayê: Şiyana Îranê ya mûşekî ji sedî 90 kêm bûye

Divê were gotin ku alozî li herêmê gihiştiye asteke xeternak û êrişên asmanî û deryayî yên di navbera Îran û eniya Amerîka-Îsraîlê de didomin.

Rayedarên Amerîkayê îdia dikin ku wan êrişî depo û kargehên hilberîna mûşekan kiriye.

Li gorî rayedarên Amerîkayê wan şiyana mûşekan a Îranê zêdetirî ji sedî 90 kêm kiriye.