Qalîbaf: Îran ne Sûriye ye ku serokê wê welêt biterikîne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, peyameke tund ji bo neyarên welatê xwe şand û ragihand ku Tehran li hemberî ti zext û êrişê serî natewîne.
Qalîbaf diyar kir ku Îran bi piştgiriya "hêza xwedayî" serweriya xwe diparêze û got, "Îran ne Sûriye ye ku serokê wê welêt biterikîne, ne jî Venezuela ye ku teslîmî hêz û zextan bibe."
Qalîbaf teqez kir ku Îran ji aliyê hêz û moralê ve piştrast e û wiha berdewam kir:
"Welatekî ku xwe bispêre alîkarî û piştgiriya Xwedê, nayê têkbirin.
Pêwîst e, em bikin ku dijmin ji destdirêjiya li ser Îranê poşman bibe da ku careke din nefikire êrişî xaka me bike."
Serokê Parlamentoya Îranê her wiha got, "Tenê garantiya me ya ku dijmin ji bo cara sêyem êrişî me neke ew e ku em wî ji êrişa li ser Îranê poşman bikin."
Îro 17 roj in şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê dest pê kiriye û didome.