8 manken di girtîgehê de
Navenda Nûçeyan - Îranê heşt kes ji ber belavkirina wêneyên bê hîcab li ser înternetê û bi taybet di tora civakiya Instegramê de bi tohmeta karê "ne-Îslamî" girtin.
Li gorî nûçeyeke televizyona dewletê ya Îranê, polîsê Komara Îslamî di opêrasyonekê de bi navê "Pîrhevok II" de bikarhênerên Instagramê kirin armanc ku wêneyên modeltiyê bi awayekê serqot weşandine.
Serokê Dadgeha Tawanên Sayberî ya Tehranê Cewad Babayî ragihand, ku ew 2 sal in, operasyona bi navê Pîrhevoka II li dijî bêhîcabiyê û bi awayekê veşartî tê meşandin.
Piştî şoreşa sala 1979an li Îranê hîcab li ser jinên îranî hatiye ferzkirin û li gor yasayên wî welatî her jinek di qadên giştî de bêhîcab an jî bi hîcabek nebaş bigere, tê cezakirin.
Televizyona Îranê di nûçeyekê de dîmenên girtiyeke bi navê Ilham Erab belav kir ku bi modeltiya cilên bûkaniyê tê nasîn û li gor nûçeyê wê jinê îtîraf kiriye, ku wê bi weşandina wêneyên xwe yên serqot û bêhîcab li ser tora Instagramê pere qazanc kiriye.
Li gor televizyona Îranê, di operasyona li dijî bêzhîcabiyê de hêzên polîs 170 kesên din jî di nav torên civakî de diyar kirine, ku pirraniya wan ji model, wênegir û makyoz in.
Ligel girtina 8 jinan, derheqê 20 keç û jinên din de jî doz hatiye vekirin.
Di wan salên dawîn, jinên Îranê, bi taybet li paytext Tehranê hîcaba ku bi fermî neçar in bidin serê xwe, sist girê didin. Hinek ji wan jî wêneyên xwe yên bêhîcab ku li cade û meydanan girtine, li ser înternetê belav dikin.
Komeke jinên îranî li ser Facebookê rûpeleka bi navê "My Stealthy Freedom" ango "Azadiya Min a Nihênî" vekiriye ku têde wêneyên xwe yên serqot li dijî neçarbûna fermî ya ji aliyê dewletê ve diweşînin.
Meha Nîsanê, Polîsê Exlaq ê bajarê Tehranê ragihandibû ku ew dê 7 hezar jin û mêran bo erkê Polîsê Exlaqê werbigirin ku dê bi cilên sivîl polîstiya exlaqê bikin.