Îsraîlê li rojavayê Kirmaşanê êrişî çend taxan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê belav kir ku îro saet 09:00ê sibê Îsraîlê bi mûşekan êrişî taxên Dizliawa û Dewletawayê yên bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Her du tax li rojavayê bajarê Kirmaşanê ne û li derdorên her du taxan, çend kompleksên pîşesaziyê û kargeh li wan hene.

Heta niha ti agahiyeke fermî derbarê wan cihên ku hatine armanckirin nehatiye belavkirin.

Li gorî wan vîdeo û wêneyan ku hatine belavkirin, di êrişa Îsraîlê de ziyan gihiştiye Nexweşxaneya Farabî ya bajêr jî.

Ajansa Tesnîm: Ziyan bi nexweşxaneyê gihiştiye

Ajansa Tesnîm a girêdayî Supaya Pasdaran ragihand ku Îsraîlê êrişî herêmeke pîşesaziyê li rojavayê bajarê Kirmaşanê kiriye û di encama wê êrişê de ziyan gihiştiye Nexweşxaneya Farabî ya bajêr.

Li gorî nûçeya wê ajansê, beşek ji derî û pencereyên nexweşxaneyê şikiyane û hejmarak nexweş jî birîndar bûne.

Heta niha ti agahiyeke fermî ya derbarê wan cihên ku hatine armanckirin nehatiye belavkirin.