Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê mirina karkeran zêde bûye
Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê karkerên avahîsaziyê ji bo pariyekî nan jiyana xwe dixin xeterê.
Karker ji ber xirabiya jiyanê neçar dimînin her karî bikin, heta ku jiyana wan bikeve xeterê jî.
Sekreterê Navenda Encûmena Karkerên Avahîsaziyê ya Îranê Mîkaîl Sidîqî li ser mijarê got:
“Qezayên kar li seranserê Îranê duyem sedema mirinê ne, ango piştî qezayên trafîkê herî zêde di qezayên kar de mirov dimirin."
Li gorî amarên Tiba Dadî ya Îranê, çar sal berê 28 hezar û 127 kes û sala piştî wê 26 hezar û 77 kes rastî qezayên kar hatine.
Li gorî heman amaran 3 sal berê hezar û 900 kesan canê xwe ji dest daye.
Her li gorî amarên Tiba Edlî ya Îranê, ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an, ango di nava salekê de 2 hezar karker li Îran û Rojhilatê Kurdistanê mirine û 26 hezar kesên din jî birîndar bûne.
Rewşa aborî ya xirab, nebûna derfetên kar û giranî karkeran neçar dike ku her derfeteke karê ku bi dest dixin red nekin, heta eger metirsî li ser jiyana wan hebe jî.
“Giringiyê nadin parastina canê karkeran”
Çalakvanê mafên karkeran ê li Merîwanê Ebdullah Belwasî û got:
“Nebûna çavdêriyeke pêwîst a ji aliyê îdareya kar ve, sedemek e ku qezayên kar neyên qeydkirin û canê karkeran tim di xeterê de be.
Ji aliyê din ve, hinek xwediyên kar û projeyan ji bo ku dahateke zêdetir bi dest bixin, giringiyê nadin parastina canê karkeran û bi sûdwergirtina ji nebûna berpirsyariya rêveberiya kar, karkerên xwe sîgorte nakin.”
Encûmenên karkeran ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê başkirina rewşa karkeran dixwazin her wiha dixwazin ku ji bo parastina canê wan tedbîr werin wergirtin û mûçeyê wan were zêdekirin.