Eraqçî: Me bi Amerîkayê re li ser prensîbên giştî li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştî gera duyem a dan û standinên nukleerî yên bi Amerîkayê re yên li Cenevreyê daxuyanî da.

Eraqçî diyar kir ku aliyan ji bo xebata li ser çarçove û metna peymaneke îhtîmalî li ser lihevkirineke giştî li hev kiriye.

Eraqçî da zanîn ku her du alî li ser amadekirina metnên peymanê, parvekirina wan a bi hev re û diyarkirina dîrokeke nû ji bo gera sêyem gihîştine lihevkirinê.

"Me li ser prensîbên giştî li hev kir"

Ebas Eraqçî piştî temambûna hevdîtinan ji televizyona dewletê ya Îranê re axivî.

Wî diyar kir ku di gera duyem a dan û standinan de bi taybetî sernavên teknîkî bi hûrgilî hatine gotûbêjkirin.

Eraqçî destnîşan kir ku mijarên cidî hatine nîqaşkirin lê li gel vê yekê bi taybetî di warên teknîkî de atmosfereke avakertir çêbûye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got:

"Me li ser rêya ku em dê ji niha û pê ve bişopînin û rêzeprensîbên ku dê bikevin nav metna peymaneke îhtîmalî lihevkirineke giştî kir."

Li gorî gotina Eraqçî, alî li ser xebata li ser metneke peymanê, parvekirina pêşnûmeyan û diyarkirina dîrokê ji bo gera sêyem li hev kiriye.

"Nayê wateya peymaneke bilez"

Eraqçî li ser qonaxa bê ya pêvajoyê nirxandin kirin û tekez kir ku dan û standin li ser zemînekê rûniştine lê ev nayê wateya ku dê di demeke kurt de encam bê bidestxistin.

Eraqçî got, "Ev nayê wê wateyê ku em dikarin bi lez bigihîjin peymanekê lê qet nebe em ketin rêyê."

Eraqçî her wiga bal kişand ser wê yekê ku qonaxa pêşnûmeya metnê pêvajoyeke hûrgilî û dijwar e.

Wezîrê Îranî diyar kir ku li gorî hevdîtina dawî bipêşketin çêbûye û got, "Niha li pêşiya me rêyeke zelal heye ku bi ya min ev erênî ye."

Eraqçî her wiha got ku ew hêvî dikin peyman di demeke herî kurt de temam bibe û ew amade ne ji bo vê yekê dema pêwîst veqetînin.

Amadekariya ji bo gera sêyem

Tê çaverêkirin ku alî bi rêya şandeyên teknîkî li ser metnên pêşnûmeyê bixebitin û wan bi hev re parve bikin.

Dîroka gera sêyem a hevdîtinan jî dê piştî temasên dîplomatîk zelal bibe.

Çi bûbû?

Dan û standinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de yên li ser dosyaya nukleerê mehên dawî zêde bûbûn.

Alî di berdêla rakirina cezayan de sînordarkirina çalakiyên nukleerê yên Îranê gotûbêj dikin.

Di gera yekem a hevdîtinan de ku li Cenevreyê hatibû kirin, aliyan li ser çarçoveya pêvajoyê û rêbaza dan û standinan sekinîbûn.

Di gera duyem de hûrgiliyên teknîkî û prensîbên bingehîn ên peymaneke îhtîmalî hatin nîqaşkirin.

Îran rakirina cezayên aborî yên Amerîkayê wekî şerta pêşîn datîne.

Birêvebiriya Washingtonê jî balê dikişîne ser kontrolkirina bernameya nukleerî û sînordarkirina çalakiyên dewlemendkirina uranyumê.