Îran hişyarî dide Amerîkayê: Dê bibe Vîetnameke din
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Îranê hişyarî da Washingtonê ku eger hêzên bejayî bişînin nav axa Îranê, dê artêşa Amerîkayê bikeve nav "heriyeke metirsîdar."
Wî her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku Rêberê nû yê welêt sax e û tenduristiya wî baş e.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade doh di hevpeyvîneke taybet de ragihand ku bîrdoza şandina hêzên bejayî ji bo welatekî din û dagirkirina axa wî karekî "neyasayî û bêperwa" ye.
"Dê ji bo we bibe Vîetnameke din"
Xetîbzade hişyarî da ku eger êrişeke bejayî çêbibe, Îran dê ji bo Amerîkayê bibe "Vîetnameke" din.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê da zanîn, Amerîkayî ji ber "serxweşbûna desthilatê" wisa difikirin ku dikarin çi bixwazin bikin û got ku ev gav dê tenê Amerîkayê rûbirûyî têkçûneke mezin bike.
"Em niha tenê li ser parastinê difikirin"
Xetîbzade derbarê îhtimala pêkanîna dan û standinan a bi îdareya Trump re ji bo rawestandina şer got:
"Niha bala me tenê li ser parastina serweriya ax û niştimana me ye.
Tiştê ku me ji vê peywira neteweyî dûr bixe, di rojevê de nîne."
"Rêberê nû sax e"
Xetîbzade li ser pirsa derbarê çarenivîs û tenduristiya Rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê Muceteba Xamineyî û gotegotên ku qala birîndarbûna wî dikin red kirin û got, "Tenduristiya wî baş e û tiştê pêwîst dike."
Xetîbzade peyamek da Donald Trump û jê xwest ku "ducare bifikire" berî ku derbarê Îranê de biryarekê bide.
"Pêwîst nake Amerîka guh bide wan"
Berpirsê Îranî rexne li hikûmeta Îsraîlê girt û ragihand, "Pêwîst nake Amerîka guh bide wan kesên ku Îranê nas nakin û bi dehan sal in dixwazin bi xwîna leşkerên Amerîkayê şer li dijî Tehranê bikin."
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê amaje bi wê yekê kir ku Benjamin Netanyahu ajandayeke xwe ya taybet heye û dixwaze di vî şerî de li ser hesabê welatên din bi ser keve.