Medyaya Îsraîlê: Elî Larîcanî hat hedefgirtin
Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îsraîlê ragihand ku şeva borî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî bûye hedef.
Desteya Weşana Îsraîlê li ser zarê berpirsekî welatê xwe nûçeyek belav kir.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku şeva borî di êrişeke asmanî de Elî Larîcanî hatiye armanckirin.
Li gorî heman çavkaniyê heta niha ne diyar e bê ma Larîcanî hatiye kuştin an na.
Wî berpirsê îsraîlî destnîşan kir ku niha Artêşa Îsraîlê li ser egera kuştina Larîcanî lêkolînan dike.
Medyaya Îranê red kir
Piştî belavbûna vê nûçeyê, medyaya Îranê daxuyaniyek da.
Medyaya Îranê ragihand ku ew dê piştî çend xulekan peyama Elî Larîcanî belav bikin.
Bi vî awayî egera kuştina wî hat redkirin.
#BILEZ - Erişî Elî Larîcanî hat kirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 17, 2026
🛑 Medyaya Îsraîlê ragihand ku şeva borî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî bûye hedef
🛑 Nayê zanîn bê ma Larîcanî hatiye kuştin an sax e#IranWar #Israel pic.twitter.com/FeHdd0yngY