Li Îranê di ji bo Çarşema Sor de 72 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Saziya Hawarçûnê ya Îranê Cefer Mîadfer ragihand ku heta niha di çalakiyên Çarşema Sor de 72 kes birîndar bûne.

Li gorî gotina Serokê Hawarçûnê yê Îranê, endamên laşê 2 birîndaran qut bûne û çavên 22 birîndaran jî zerer dîtine.

Bangî xelkê hat kirin ku beşdarî xwenîşandanan bibe.

Divê were gotin ku berpirsên bilind ên hikûmetê û yên leşkerî jî di nava vê hefteyê de bangî xelkê kiribû.

Wan ji xelkê xwestibû ku li şûna lidarxistina merasîmên Çarşema Sor, beşdarî xwenîşandanên ji bo piştgiriya hikûmetê bibin.

Hişyariya derbarê Îsraîlê

Wezareta Îstixbaratê ya Îranê îro bi rêya kurtenameyekê hişyariyek da.

Wezaretê di peyama xwe de derbarê hewldanên leşkerên Îsraîlê yên ji bo derxistina alozî û anarşiyê di Çarşema Sor de hişyarî da.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê beriya Cejna Newrozê di çarşema dawî ya salê de pîrozbahiyên "Çarşema Sor" hene.

Di van pîrozbahiyan de bi taybetî zarok û ciwan xwe ser agir re davêjin, fîşengên hewayî tên avêtin.