Îsraîl rojhilat û rojavayê Tehranê bombebaran dike
Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê îro serê sibeyê rojhilat û rojavayê Tehrana paytexta Îranê bombebaran kirin.
Di berdewamiya şerê di navbera Îran û Îsraîlê de îro demjimêr 05:45an careke din dengê teqîneke bihêz li Tehranê hat bihîstin.
Li gorî zanyariyan, teqîn li bajarê Qudsê yê Tehranê rû daye û sîstema parastina hewayî ya artêşê ji bo bersivdanê ketiye dewrê.
Bajarê Qudsê ku dikeve rojavayê Tehranê, çendîn bingehên leşkerî û îstixbaratî yên girîng tê de hene, wekî bingehên leşkerî yên Welî Esir, Muxbîrî û baregeha Sarullah a Artêşa Pasdaran.
Her wiha Balafirgeha Peyam a Kerecê û hinek embarên herî girîng ên lojîstîk û piştgiriya artêşê li wî bajarî ne.
Bingeha Melardê jî ku yek ji saziyên sereke yên mûşekî yên Îranê ye, dikeve rojavayê bajarê Qudsê ku berê jî ji aliyê Îsraîlê ve hatibû armanckirin.
Ji aliyekî din ve, vîdoe hatine belavkirin ku nîşan didin Îsraîl rojhilatê Tehranê bombebaran dike.
Li gel bihîstina dengê teqînan li deverên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, Artêşa Pasdaran jî car caran bi dron û mûşekan êrişî Îsraîlê dike.
Şerê di navbera Tel Evîv û Tehranê de ji Înê 13ê Hezîranê ve dest pê kiriye û heta niha berdewam e.