Balafirên şer li asmanên Tehranê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tehrana paytexta Îranê dengên teqînên bihêz tên bihîstin û cara yekem e li asmanên paytextê balafirên şer tên dîtin.

Îsraîlê 13ê Hezîranê, di serî de tesîsên nukleerî yên li bajarên cuda yên Îranê, êrişên berfireh li ser fermandariya payebilind a artêşê jî li dar xist.

Di demekê de ku êrîşên dualî yên Îsraîl û Îranê berdewam dikin, ji rojavayê Tehranê dengên teqînên bihêz hatin bihîstin.

Dengên teqînan ku li navenda Tehranê jî tên bihîstin, ji aliyê rojavayê paytextê ve tên û di saetên dawî de sîstemên parastina hewayî bi awayekî xurt dixebitin.

Ji aliyekî din ve li asmanên Tehrana paytex cara yekem balafirên şer hatin dîtin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu 14ê Hezîranê got ku wan "rêya Tehranê vekiriye" û diyar kir ku "di demek nêzîk de" dê jetên Îsraîlê li asmanên Tehrana paytexta Îranê bifirin.