Îran: Kurdistan cihê bibe emê sînoran bigrin
Navenda Nûçeyan – Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Nîştîmanî ya Îranê ragihand, welatê wî tenê hikûmeta yekparçeyî û federalî ya Iraqê bi awayeke fermî nas dike, di egera cihêbûna Herêma Kurdistanê de jî hemû rêkeftinan hildiweşîne.
Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Nîştîmanî ya Îranê Elî Şemxanî ragihand, eger Herêma Kurdistanê ji Iraqê cihê bibe, dê pêdaçûna hemû rêkeftinên li gel hikûmeta Kurdistanê bikin û got: “Ji ber ku rêkeftinên me yên li gel Herêma Kurdistanê, di çarçoveya welatê Iraqê de ye.”
Şemxanî amaje bi rêkeftinên li ser deriyên sînor kir û diyar kir, ku eger cihêbûn were rojevê dê ev derî jî werin girtin.
Elî Şemxanî ji berpirsên Başûrê Kurdistanê xwest ku biryara xwe ya giştpirsiyê careke din li ber çav re derbas bikin nû got: “Dijîtiya cîranên Iraqê ya li hember biryara giştpirsiyê, piştî vê pêvajoyê dê ji bo Kurdistanê bibe sedema alozî û dijwariyê.”
Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Nîştîmanî ya Îranê herwiha da xuyakirin, eger Kurdistan ji Iraqê veqete, welatê wî dê ji bo rûbirûbûna dijberên Îranê li axa Herêma Kurdistanê tedbîrên cuda werbigre.
Li hember dijberiya Îran, Tirkiye û welatên din ên mezin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gelek caran tekez kir, ku biryara giştpirsiyê ya gelê Kurdistanê ye û dê roja 25ê Îlonê were kirin.