Destê xebatkara xwe maç kir, tofan li serê wî rabû
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xorasana Rezewî ya Îranê xwediyê kargehekê destê karkerekê maç kir lê dadgehê gazî wî kir û ew bi “bêexlaqiyê” tohmetbar kir.
Dozgerê Giştî yê Navendî yê Xorasana Rezewî, tevgera wî xwediyê kargehê wekî "bêexlaqiyê” pênase kir.
Li gorî raporeke malpera fermî ya Desthilata Dadwerî ya Îranê (Mîzan), dadgehê li parêzgeha Xorasana Rezewî ji ber "tevgera nelayiq" a li hemberî karkerekê gazî xwediyê kargehekê kiriye.
“Bêexlaqî ye û dikeve çarçoveya sûc”
Dozgerê Giştî yê Navendî yê Xorasana Rezewî Hesen Hîmetîfer derbarê sedema gazîkirina xwediyê kargehê ragihand:
"Ev cure tevger, ji bilî aliyê xwe yê bêexlaqî, ji aliyê yasayî ve jî dikeve çarçoveya sûc. Ji ber vê yekê, mijar ketiye rojeva dadgehê û lêkolîn li ser tê kirin.
Her cure bikaranîna xerab a pozîsyona karker ku gumana zordarî, heqaret an bikaranîna xerab bi xwe re bîne, mînakeke eşkere ya binpêkirina mafên mirovan e û dezgeha dadweriyê dê li hemberî tevgerên bi vî rengî tedbîrên tund bigire."
Li gorî vîdeoyeke ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, xwediyê kargehê destê destê karkerekê digire û dibêje, "Ez dixwazim wan destên wêrek û pîroz maç bikim, da ku berpirs jî li xwe vegerin" û pişt re destê wê maç dike.
Xwedîkar her wiha dibêje ku ew jina wêrek, sermiyantiya malbata xwe dike, sê zarokên wê hene û bi xwe debara xwe dike û dibêje:
"Her kes dizane ku ez destên zarokên xwe maç dikim, niha jî bêyî zêdegavî ez destê vê xanimê maç dikim."
Dozgerê Giştî yê Navendî yê Xorasana Rezewî derbarê vîdeoyê de got:
"Nabe torên civakî ji bo asayîkirina bêexlaqiyê yan jî nîşandana wan tevgerên ku li dijî nirxên civakî ne bibin cihek."