HRW ji ber binpêkirina mafên Kurdan Îran şermezar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistan Navdewletî ya Çavdêriya Mafên Mirovan di raporta xwe ya sala 2018an de, binpêkirna mafên Kurd li Îranê û êrîşa mûşekî ya Komara Îslamî bo ser bingehên herdu aliyên Hizba Demokrat (HDK û HDKA ango PDKÎ) şermezar dike.
HRW manşeta rapora xwe kiriye, "Îran, tepeserkirina bê navber" û têde dibêje, Wezareta Îtlaat û Supaya Pasdaran guvaşê duxin ser çalakvanên sivîl, çalakvanên warên mafê mirov û jîngeparêzan.
Wê rêxistina navdewletî ya çavdêrîkirina rewşa mafên mirovan, di beşeke din a raporta xwe de, amaje bi bidarvekirina girtiyên siyasî yên Kurd li Îranê kiriye û bidarvekirna girtiyên siyasî yên Kurd, bi taybet Ramîn Hisênpenahî, Zanyar û Luqman Muradî bi nedadperwerane daye zanîn.
HRW dibêje, ew girtiyên siyasî yên Kurd di zîndanê de ji aliyê Îranê ve hatine îşkencekirin.
HRW herwiha di raporta xwe de dibêje, Komara Îslamî çalakiyên siyasî û kulturî yên pêkhateyên netewî yên weke Kurd, Belûç, Ereb û Azeriyan sînordar kirine.
Rêxistan Navdewletî ya Çavdêriya Mafên Mirovan herwiha diyar kiriye, ku hikûmeta Îranê di navbera pêkhateyên olî û mezhebî de cudahiyê dike.