HRANA: Li Îranê 3 hezar û 308 kes hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku di nava 21 rojên xwenîşandan û nerazîbûnan de, kuştina zêdetirî 3 hezar û 300 kesan hatiye piştrastkirin û lêkolîn li ser kuştina zêdetirî 4 hezar kesên din jî didome.
Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) îro amarên herî nû yên qurbanî û girtiyên xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kirin.
Li gorî amaran, ji destpêka nerazîbûnan ve heta doh kuştina 3 hezar û 308 kesan hatiye piştrastkirin ku 22 ji wan zarok in û 166 jî endamên hêzên ewlehiyê ne.
HRANAyê rragihand ku ji bo piştrastkirina kuştina 4 hezar û 382 kesên din jî lêkolîn berdewam dikin.
Rewşa birîndar û girtiyan
HRANAyê diyar kir ku hejmara birîndaran zêde ye lê rewşa tenduristiyê ya 2 hezar û 107 kesan jî giran e.
Ajansê destnîşan kir ku heta niha 24 hezar û 266 xwenîşander hatine desteserkirin û di medyayên fermî de îtîrafên bi zorê yên 132 kesan hatine belavkirin.
Polîsên parêzgeha Gîlanê doh bi awayekî fermî piştrast kir ku tenê li parêzgeha wan zêdetirî hezar û 500 kesan hatine desteserkirin.
Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Xwenîşandan 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji aliyê kasibkarên Tehranê ve li dijî bihabûn û daketina nirxê tumen dest pê kir û piştre li parêzgehên din ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn û bûne sedema tundiyê.
Rayedarên fermî yên Îranê heta niha tenê carekê amar belav kirine.
Rayedaran hefteya borî ragihandibû ku 111 endamên hêzên ewlehiyê hatine girtin.