Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê karûbarê serbazî yê rêberê Îranê, Yehya Rehîm Sefewî ragihand, divê Îran pereyên ku di şerê Sûriyê de xerc kiriye, ji hikûmeta wî welatî bistîne û pereyên xwe vegerîne.
Yehya Rehîm Sefewî amaje bi şerê Sûriyê kir û ragihand, Îranê di şerê Sûriyê û ji bo piştgiriya hikûmeta Beşar Esed gelek pere xerc kirine û tekez kiriye, ku divê tehran pereyên ku xercê şêr Sûriyê kiriye, vegerîne.
Rehîm Sefewî ew yek jî aniye ziman, ku “pêwîs e Îran ji çavkaniyên petrol, gaz û kanên Sûriyê û herwiha beşdarbûna di avedankirina Sûriyê de, pereyên ku di heyama wan çend salan de di şerê Sûriyê de xerc kirine, vegerîne.”
Li gorî nûçeya Ajnasa ISNA ya Îranê, Rehîm Sefewî herwiha daye xuyakirin, ku hikûmeta Beşar Esed amade ye, ji dahata çavkaniyên petrol û gazê û kanên wî welatî deynên Îranê vegerîne.
Bi gotina Sefewî, Îran niha di kanên Fusfatê yên Sûriyê de mijûlî berhemanînê ye û bi rêya hinardekirina berhemên kanên Sûriyê mijûlî vegerandina pereyê xerckirî di şerê wî welatî de ye.
Şêwirmendê rêberê Îranê pêşbînî dike, ku çendîn sal ji nû ve avedankirina Sûriyê re pêwîst in û dibêje, “ji bo avendakirina Sûriyê 300 heta 400 milyar dolar pêwîst e” û tekez dike, ku divê Îran di proseya avedankirina Sûriyê de beşdar be û bi rêya cîbicîkirina projeyên mezin û stratejîk pişka xwe di avdaniya wî welatî de hebe.
Yehya Rehîm Sefewî gotiye: “Rast e ku me pere li Sûriyê xerc kirine, lê belê niha Îran û Rûsya serkevtiyê meydanê ne.”
Sefewî amaje bi girêbesta leşkeriya navbera Rûsya û Sûriyê jî dike û dibêje: “Rûsan girêbesteke 49 salî kirine, hem binkeya leşkerî bi dest xistine û hem îmtiyazên aborî û siyasî standine. Bi fikra min îran jî dikare bi hikûmeta Sûriyê re girêbestên demdirêj ên siyasî û aborî bike û xercên ku kirine, vegerîne.”
Îran ji destpêka aloziyên li Sûriyê di sala 2011an de û piştre di heyama şerê li wî welatî de bi awayekê aşkere, hem di warê darayî û hem jî di warê leşkerî de alîkariya hikûmeta Beşar Esed dike.
Herwiha şêwirmendên leşkerî yên Îranê li Sûriyê hene, ku alîkariya Artêşa Sûriyê dikin. Ji bilî hêzên fermî yên Îranê û şêwirmendên leşkerî, Îran xwediyê du hêzên din ên taybet bi navê Fatimiyûn û Zeynebiyûn e, ku endamên wan hêzan ji milîsên şîe yên xelkê Efxanistan, Pakistan û Iraqê pêk tên.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse