ROJA 18AN A ŞER - Tehran û Rojhilat di bin agir de bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Bombebarankirina baregehên mûşekan, pergalên parastina asmanî û baregehên hêzên ewlehî û leşkerî yên Îranê ya ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve didome.

Li hêla din Supaya Pasdaran ragihand ku wan şeva borî di êrişa asmanî ya 61ê de, bi berfirehî li 100 armancên li Îsraîlê xistiye.

Roja sêşemê (17ê Adara 2026an), di roja 18an a şer de, hêzên Amerîka û Îsraîlê bi balafir, mûşek û dronan bi dehan cih li herêmên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kirin hedef.

Êrişên li Rojhilatê Kurdistanê

Berê sibeha sêşemê sê armanc li taxên Ceferabad û derdora Qada Leşker a nav bajarê Kirmaşanê bi balafiran hatin bombebarankirin.

Li gorî gotina niştecihên Kirmaşanê, di navbera saet 04:30 û 05:00an de (bi dema Rojhilatê Kurdistanê) herî kêm sê caran dengê teqînên bihêz li nav bajarê Kirmaşanê hatiye bihîstin.

Du leşkergehên Artêş û Supaya Pasdaran di nav cihên bombebarankirî de bûn.

Her wiha li gorî nûçeyên hatine belavkirin, berê sibeha sêşemê demjimêr 02:30î, li bajarê Dîwandereyê yê parêzgeha Sineyê êrişî baregeheke Supaya Pasdaran hatiye kirin.

Agahî nîşan didin ku ew cihê li Dîwandereyê hatiye bombebarankirin "Baregeha Supaya Pasdaran a li herêma Nesareyê" bûye.

Ev der piştî êrişên rojên borî yên li ser baregehên li Dîwandereyê, bûbû cihê sereke yê mayîna hêzên Supayê.

Rêxistina Hanayê ragihand ku di encama bombebaranê de hinek çekdarên Supaya Pasdaran hatine kuştin û birîndar bûne.

Li gorî rojên ewil ên şer, bombebarankirina baregehên li Rojhilatê Kurdistanê kêm bûye lê li herêmên din û bi taybetî li Tehranê bi tundî didome.

Bombebarana dijwar a li Tehranê

Ji berê sibehê heta piştî nîvroya sêşemê bi dehan cih li navend, rojhilat, başûr, rojava û bakurê Tehranê hatin bombebarankirin.

Piraniya armancan li taxên Têhranpars, Narmek, Qulhek, Yûsifabad, Seyid Xendan, Nûbunyad, Tecrîş, Gîşa, Sebelan, Seadetabad, Pasdaran, Setarxan, Mesûdiye, Fermaniye, Kamraniye, Hekimîye û Endrezgûyê bûn.

Yek ji wan cihên ku hatiye armanckirin, baregehên Wezareta Îtilaetê yên li nav bajarê Tehranê bûn.

Her wiha êrişî baregehên Besîcan ên li gelek taxan hat kirin.

Baregeha sereke ya Besîcan a li bakurê Tehranê ya li taxê Kamraniyeyê rastî êrişên herî giran hat.

Serokê Rêxistina Besîcê hat kuştin

Artêşa Îsraîlê doh ragihand ku Fermandarê Rêxistina Besîcê ya Supaya Pasdaran Xulamreza Suleymanî hatiye kuştin.

Supaya Pasdaran jî piştî çend saetan kuştina Xulamreza Suleymanî piştrast kir.

Besîc wekî yek ji pênc hêzên sereke yên Supaya Pasdaran tê dîtin û erkê wê yê sereke birêxistinkirina xelkê û endamên supayê ye.

Ji destpêka şer ve kontrola ewlehiyê ya Tehran û çend bajarên din bi Besîcê hatibû spartin.

Ji xeynî Xulamreza Suleymanî, hinek rayedarên din ên Besîcê jî hatine kuştin.

Ajansa Farsê ya nêzîkî Supayê, şeva sêşemê kuştina hinek rayedarên din ên Îranê piştrast kir lê navên wan eşkere nekirin.

Li aliyê din, di kolana Pîrûziyê ya li rojhilatê Tehranê, xaleke kontrolê û otomobîleke hêzên polîsan bûn armanca êrişê.

Li Baqirşehr û derdora Kehrîzekê ya girêdayî bajarê Reyê yê li başûrê Tehranê jî baregehên leşkerî hatin bombebarankirin.

Her wiha li bajarê Perdisê yê li rojhilatê Tehranê çar caran bi mûşekan li armancekê hat xistin.

Êrişên li parêzgehên din

Doh bombebarankirina armancên li parêzgeha Elburzê jî wekî rojên borî berdewam kir.

Li nav bajarê Kerec û Heştgerdê li gelek gelek cihan hat xistin.

Li bajarê Benderebbasê yê li başûrê Îranê jî berê sibeha sêşemê dengê çend teqînên bihêz hat bihîstin.

Li derdora bajarê Tebrîzê sê cih hatin bombebarankirin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan pergala parastina asmanî ya li nêzîkî Tebrîzê bi dijwarî bombebaran kiriye da ku serdestiya xwe ya asmanî berfirehtir bikin.

Artêşa Îsraîlê her wiha destnîşan kir ku wan li bajarê Şîrazê navenda fermandariya hêza polîsên parêzgeha Farsê û li nêzîkî bajêr jî cihekî hilberîn û depokirina mûşekan kiriye hedef.

Tevliheviya şer û Çarşema Sor

Li hêlekê êrişên Amerîka û Îsraîlê didomin, lê li hinek cihên Îran û Rojhilatê Kurdistanê Çarşema Sor hat pîrozkirin.

Serokê Rêxistina Hewarçûna Bijîşkî ya Îranê Cefer Mîadfeyr ragihand ku di Çarşema Sor a îsal de 427 kes birîndar bûne.

Ji wan 20 kes kêmendam bûne û 91 kesan jî zerer gihîştiye çavên wan. Wî got ku herî zêde qurbanî li parêzgehên Urmiye, Erdebîl û Kirmaşanê ne.

Bersivdayîna Supaya Pasdaran

Li hêla din Supaya Pasdaran ragihand ku wan şeva borî êrişa herî berfireh biriye ser Îsraîlê.

Supayê da zanîn ku bi mûşeka "Xuremşehr-4" li 100 cihên Îsraîlê xistiye û di encamê de 230 Îsraîlî hatine kuştin.

Lê belê Îsraîlê heta niha tenê kuştina du kesan piştrast kiriye.