Hûrgiliyên kuştina Elî Larîcanî diyar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê piştrast kir ku Elî Larîcanî di êrişa sibeha sêşemê (17.03.2026) de hatiye kuştin.

Di êrişê de tevî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Larîcanî, kurê wî Murteza, Alîkarê Ewlehiyê yê Konseyê Elîreza Beyat û parêzvanên wî jî hatine kuştin.

Lê belê li ser cihê ku Larîcanî lê hatiye kuştin, di navbera birêvebiriya Tehranê û medyayê de îdiayên cuda hene.

Mala keça wî yan “maleke ewle”?

Ajansa Nûçeyan a Farsê ya nêzîkî Supaya Pasdaran ragihand ku Larîcanî li bajarê Perdîsê yê nêzîkî Tehranê, dema li mala keça xwe bûye hatiye kuştin.

Lê belê çavkaniyên agahdar ev îdiaya Farsê red kir.

Wan çavkaniyan destnîşan kir ku Larîcanî ne li xaniyekî sivîl, li "maleke ewle" ya ku dewletê ji bo wî veqetandibû dihat parastin.

Rojnameya The Guardianê li ser zimanê rayedarên Îsraîlî ragihand ku plana kuştina Larîcanî beriya çend rojan hatibû amadekirin.

Sîxuriya Îsraîlê ji bo "dema rast" li bendê mabû.

Li gorî nûçeyê, sîxuriya Îsraîlê piştrast kiriye ku Larîcanî duşemê piştî nîvro ketiye daîreyeke li Tehranê û piştî wê ji bo êrişê ferman hatiye dayîn.

Avahî bi temamî hat rûxandin

Piştî êrişê di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin de tê dîtin ku li herêma Perdîsê ew avahiya ku tê îdiakirin Larîcanî lê bûye bi temamî hilweşiyaye.

Her wiha zerereke mezin gihîştiye avahiyên li derdorê jî.

Pispor diyar dikin ku ew cebilxaneyên di êrişê de hatine bikaranîn bi qasî ku ti kes bi saxî jê rizgar nebe bihêz bûn.

Hevrikiya bi Mucteba Xamineyî re

Li gorî nûçeya malpera Axiosê, piştî ku 28ê Sibatê Elî Xamineyî hat kuştin, kurê wî Mucteba Xamineyî ji bo xurtkirina desthilata xwe ket nav hewldanan.

Vê yekê kir ku Mucteba Xamineyî û kesayetên biezmûn ên wekî Larîcanî werin pêşberî hev.

Di nûçeyê de hat angaştkirin ku Elî Larîcanî alîgirê peydakirina "rêyeke derketinê" û meşandina dan û standinên agirbestê yên bi Amerîkayê re bû.

Larîcanî dixwest bi rêyên nihênî vê pêvajoyê pêk bîne.

Lê belê Mucteba Xamineyî û derdora wî ya ku ji navên wekî Ehmed Wahîdî û Mihemed Baqir Qalîbaf pêk tê, domandina şer parast û ew li dijî gavên dîplomatîk ên Larîcanî derdiketin.

Bi kuştina Larîcanî re, yek ji dengên herî bihêz ê baskê "nerm û meqûl" ê di nav rejîma Îranê de hat birîn.