Îranê şandina gazê ya ji bo Îraqê bi temamî rawestand
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karebayê ya Îraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê şandina gazê ya ji bo Îraqê bi temamî rawestandiye.
Ji ber vê yekê, Îraqê zêdetirî 3 hezar megawat kareba ji dest daye.
Berdevkê Wezareta Karebayê ya Îraqê Ehmed Mûsa Ebadî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Ehmed Mûsa Ebadî got, "Berê Îranê rojane 19 milyon metre sêca gaz ji bo xebitandina stasyonên karebayê dişand Îraqê.
Lê demjimêrek beriya niha şandina gazê bi temamî hat rawestandin."
Sedema qutkirina gazê
Berdevkê Wezareta Karebayê li ser sedema vê biryara ji nişka ve ya Tehranê wiha axivî:
"Heta niha aliyê Îranê ti daxuyaniyeke fermî nedaye me.
Lê wekî nîşaneyên destpêkê, wisa xuya dike ku birîna gazê bi encamên şerê li herêmê re pêwendîdar e."
"Dê bandorê li saetên dayîna karebayê bike"
Ehmed Mûsa Ebadî qala bandorên bilez ên vê biryarê kir.
Ebadî diyar kir ku ji ber rawestandina gazê, berhemanîna karebaya niştimanî li Îraqê 3 hezar û 200 megawat kêm bûye.
Ebadî anî zimên ku ev yek dê bandoreke rasterast li saetên dayîna karebayê ya ji bo welatiyan bike.
Îraq ji bo dabînkirina sotemeniya stasyonên berhemanîna karebayê, bi awayekî sereke pişta xwe bi gaza ku ji Îranê tê hawirdekirin ve girêdide.