Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî li ser hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got, "Me tekezî li ser bipêşvebirina pêwendiyên dualî û firehkirina hevkariya hevbeş kir."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarî "Foruma Diyalogê ya Tehranê" bibe bi serdaneke fermî li Îranê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyê ku ji bo forumê li Tehranê ye bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re civiya.
Nêçîrvan Barzanî derbarê civînê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî ji ber civîna bi Pizîşkiyan re kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
"Me tekezî li ser bipêşvebirina pêwendiyên dualî û firehkirina hevkariya hevbeş ên Komara Îslamî ya Îranê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kir."
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha got, di civînê de, "Me bipêşketinên dawî yên herêmê bi giştî nirxandin û li ser girîngiya parastina aramî û hevkariya berfireh li ser bingeha berjewendiyên hevbeş hev ra bûn."
Nêçîrvan Barzanî di paneleke taybet de li "Foruma Diyalogê ya Tehranê" axivî û behsa çend mijarên têkildarî herêmê kir.
Ji nav wan pêwendiyên "dîrokî" di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de.
Di vî warî de Nêçîrvan Barzanî got, "Pêwendiyeke dîrokî ya me bi Komara Îslamî ya Îranê re heye, ev pêwendî roj bi roj li pêş dikevin.
Îran welatê yekem bû ku di dema şerê DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kir."