Rêberê Îranê piştî dengdanê: Dengek jî jibo me giring e

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Komara Îslmaiya Îranê, Ayetullah Elî Xaminêyî li gel vekirina navendên dengdanê û destpêkirina hilbijartinan, li navenda dengdanê ya “Huseyniye ya Îmam Xumêynî” ya li Tehranê amade bû û dengê xwe da.Xaminêyî daxwaz ji xelkê Îranê kir beşdariyê di hilbijartinan de bikin û çarenivîsa welatê xwe diyar bikin.

Rêberê Komara Îslamiya Îranê ragihand, bi qasî ku beşdariya xelkê di hilbijartinan de zêdetir be, dê pêgeha Îranê jî di qada navdewletî de bihêztir bibe.

Xaminêyî diyar kir, dengdan erkekî niştimanî yê li ser milê hemû welatiyan e û pêwîst e hemû xelkê Îranê wê erkê xwe pêk bînin.

Elî Xaminêyî roja hilbijartinan weke roja gelê Îranê bi nav kir û got: “Ew xelk in ku îro çarenivîsa welat jibo salên paşê diyar dikin. Li gor vê rastiyê divê hemû kes di vê ezmûna niştimanî û seranserî de beşdar bibin, sedema bangkirina me li xelkê jibo beşdarîkirina di hilbijartinan de ev e ku destpêkêê xelk bi xwe ne ku ji vê amadebûna xwe sûdmend dibin û Komara Îslamî jî dê gelek destkeftên mezin bidest bixe.”

Rêberê bilind ê Komara Îslamiya Îranê ragihand, dengê her kesekî jibo wan giring e û diyar kir: “Bila hemû kes bên û deng bidin, kes nebêje bi dengê min ti tiştek çê nabe, çimku her ev yek deng in ku dibin sedema dengdana milyonî ya gel.”

Beriya niha jî Xaminêyî di twîttekê de berê xwe dabû xelkê Îranê û nivîsandibû, gazinên we ji rewşa xirab di cihê xwe de ne lê neçûna ser sindoqên dengdanê ne çareserî ye.

Îro Înê 18ê Hezîranê demjimêr 07:00 bi dema Tehranê ku dike 05:30 bi dema Hewlêrê, 13mîn hilbijartinên serokatiya Îranê, 6mîn hilbijartinên encûmenên bajar û gundan û herwiha dengdana ji bo parlamentoya Îranê û encûmena şarezayên rêbertiyê li wan bajarên ku yekalî nebûne, destpê kir.

Li gor Wezareta Navxwe ya Îranê, dengdana di hilbijartinan de dê heta saet 12ê şev bi dema Tehranê berdewam be.

Wezareta Navxwe herwiha ragihandiye, eger heye dema dengdanê heta demjimêr 02:00 serê sibeha Şemiyê bihê dirêjkirin û jibo wê yekê jî amaje bi rêkarên xweparastina ji vîrusa coronayê kiriye.

Zêdeyî 66 hezar sindoqê dengdanê li nav bajaran û 75 hezar sindoqên dengdanê li gundan hatine vekirin, û dengder dikarin bi hebûna nasnameyê û karta niştîmanî ya Îranî deng bidin.

Di hilbijartinên îro de 59 milyon û 311 hezar kesan mafê dengdanê hene, ku 29 milyon û 980 hezar û 38 kes mêr in û 29 milyon û 330 hezar û 269 kes jî jin in.

Temenê yasayî yên dengdanê li Îranê 18 sal e û hejmara kesên ku îsal bo cara yekemîn dibin xwedî mafê dengdanê, 1 milyon û 392 hezar û 184 kes in.

Li gor saziya rapirsiyê ya ISPA ya ser bi ajansa ISNA ya Îranê ve, li gor rapirsiya herî nû, Reîsî dê piraniya dengan bi dest bixe û %61.7 deng dê bo Reîsî bin. ISPA ragihandiye, li gor rapirsiya niha û berî, xuya bûye ku dengên Reîsî bi rêjeya %1 zêde bûye.

Di heman rapirsiyê de hatiye xuyakirin, ku Muhsin Rizayî di pileya duyem a bidestxistina dengan de tê ku %8 dengan ji wî re dibin.

Li gor rapirsiyê, Ebdulnasir Himetî tenê %3.6 dengan bidest dixe.

ISPAyê pêştir ragihandibû, li gor encamên rapirsiyeke wan, tenê %34.1 dengderên Îranî dê beşdariyê di hilbijartinên vê carê de bikin, ku ji destpêka damezrandina Komara Îslamiya Îranê ve rêjeya herî kêm a beşdariyê ye.