Balafira şer a Îranê ket
Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand ku balafira şer a F-14 a artêşê wî welatî ji ber pirsgirêke teknîkî ketiye xwarê û pîlot û alîkarê wî di dema daketina bi paraşûtê de birîndar bûne.
Li bajarê Îranê Îsfehanê balafireke şer a F-14 ket xwarê.
Li gorî ajansa nîvfermî ya Îranê Tesnîm, Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Artêşa Îranê li Îsfehanê Resûl Mutemedî ragihand ku firoke ji ber pirsgirêkeke teknîkî di dema erkê xwe de ketiye xwarê.
Resûl Mutemedî bal kişand ser wê yekê ku pîlot û alîkarê wî dema ku bi paraşûtê daketine birîndar bûn û ew ji dermankirinê bo nexweşxaeneyê hatin veguhestin.