Heyva Sor a Îranê: Îsraîlê heta niha êrişî 21 parêzgehan kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Heyva Sor a Îranê Mucteba Xalidî diyar kir ku Îsraîlê êrişî 21 parêzgehan kiriye û nêzîkî 1000 kes bi awayekî demkî li navendên stargehan hatine bicihkirin.

Li gorî malpera nûçeyan a "Entexab"ê, Xalidî derbarê rewşa dawî ya li herêmên ku ji ber êrişên Îsraîlê zirar dîtine de agahî da.

Xalidî got, "Ji destpêka êrişan ve, bandor li 21 parêzgehan bûye. Nêzîkî 1000 kesî bi awayekî demkî hatine hewandin."

Xalidî da zanîn ku di vê pêvajoyê de 3 hezar û 667 personel hatine erkdarkirin.

Her wiha Xalidî destnîşan kir ku 983 tîm di xebatên rakirina kavilan, xizmetguzariyên tenduristiyê yên lezgîn û lêgerîn û rizgarkirinê de çalak bûne.

Li aliyê din, Xalidî anî zimên ku heta niha 145 birîndar ji aliyê Heyva Sor ve rakirine nexweşxaneyan lê derbarê hejmara giştî ya kuştî û birîndaran de agahiyeke zelal neda.

Li Îranê 31 parêzgeh hene.

Şerê Îran û Îsraîlê

Berbanga 13ê Hezîrana 2025an, Îsraîlê êrişî hejmarek binkeyên leşkerî û atomî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Di encama wan êrişan de gelek fermandarên leşkerî û zanyarên atomî yên wî welatî hatin kuştin.

Îranê wekî bersiva êrişê, operasyoneke bi navê "Soza Rast 3" li dijî Îsraîlê ragihand û bi çend qonaxan bi mûşekan êrişî wî welatî kir.